Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, di daîreyeke vala ya avahiyekê de termê jinekê hat dîtin.
Bûyer li Taxa Fabrîkayê rû da.
Xwediyê malê çû daîreya xwe ya vala ya li qata 8an a avahiyeke li wê taxê.
Xwediyê malê di odeyekê de, di nav kîsikê çopê de termê jinekê dît.
Li ser agahdarkirina xwediyê malê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Sumeyye D.ya 18 salî canê xwe ji dest daye.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê, termê wê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Dadî ya Amedê.
Hat zanîn ku hevjînê wê doh serî li hêzên ewlehiyê daye û ragihandiye ku Sumeyye D. windaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse