Dengê naqosan li Mêrdînê olan da: Siryanan ji bo 'aştiyê' agir pêxist

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Pîrozbahiyên Cejna Noelê\ Wêne: Rûdaw
Pîrozbahiyên Cejna Noelê\ Wêne: Rûdaw
Nîşan Mêrdîn Noel Hezretî Îsa Siryan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siryanên Mêrdînê li Dêra Kirklarê ya bajêr Cejna Jidayikbûna Hezretî Îsa (Mesîh) pîroz kir.

Di merasîma Noelê de ji bo aştî û aramiya mirovahiyê û Tirkiyeyê dia hatin kirin.

Pîrozbahî 3 rojan dewam dikin. Ji ber cudahiya mezheban, hinek Mesîhî di demên cuda de cejnê pîroz dikin.

Bi dengê naqosên dêrê re Siryanên Mêrdînê ji bo pîrozkirina cejnê herikîn Dêra Kirklarê ya Mêrdînê.

Di merasîmê de ji bo mirovahiyê dia hatin kirin û li kuçeyên bajarê kevnar îlahiyên ji bo pîrozkirina 2025emîn salvegera jidayikbûna Hezretî Îsa olan da.

Yek ji sembolên merasîmên olî yên Cejna Noelê jî pêxistina agir e.

Li gorî baweriyê, şeva ku Hezretî Îsa ji dayîk bûye şivan û gavanan li bajarê Beytulehmê agir pêxistiye û ew agir ji wê rojê ve wekî sembola bixêrhatina Hezretî Îsa tê pêxistin.

"Hêviya me aştî û selametî ye"

Keşîşê Dêra Kirklarê ya Mêrdînê Gabrîel Akyuz li ser wateya Cejna Noelê got:

"Bi Kurmancî dibêjin Îsayê Nûranî. Hêviya me ji Îsayê Nûranî ew e ku ev cejna wî ya jidayikbûnê bibe wesîleya bidawîhatina şerên li cîhanê.

Li Tirkiyeyê jî bibe wesîleya aştî û selametiyê."

Piştî ayînê li hewşa dêrê beşdaran bi coş û kelecana Noelê cejna hev pîroz kir.

"Cejn bextewarî ye"

Welatiya Xiristiyan Lora Ozaltûnê diyar kir ku Mêrdîn bajarê aştiyê ye û got:

"Li Mêrdînê Noeleke din bi dawî bû. Ev dîmenê ku niha hûn li vir dibînin di rastiyê de kurteya me ye.

Niha ji her dînî, ji her zimanî, ji her çandê mirov li vir hene û ev der tam cihê aştiyê ye.

Çimkî li cihê ku hezkirin û rêzgirtin lê hebe bextewarî pêk tê. Ji bo min jî cejn bextewarî ye."

Welatiya Xiristiyan Seval Ozberkê jî li ser amadehiyên cejnê got:

“Di cejnê de em kulîçeyan amade dikin û diçin mala mezinan. Mêvanên me tên. Em cejnê sê rojan pîroz dikin. Her sê rojan jî em tên dêrê.”

Jaklîn Ezîlmezê jî behsa rojên berê kir û got:

“Di zarokatiya me de di Cejna Noelê de li dêran diyarî dihatin dayîn. Bapîrê Noelê dihat.

Di sersalan de jî muzîk hebûn, şahî hebûn li her kes diçû malên hevdû lê niha ew nemaye êdî kes nayê û naçe.”

Li gorî zanyariyan, hejmara Xiristiyanên Mêrdînê zêdetirî 5 hezar kesî ye û li tevahiya bajêr jî 69 dêrên Xiristiyanan hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst