Saziya Şehîdan: Li Kirmaşanê 50 sivîl şehîd ketin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Sivîl Kuştin Saziya Şehîdan a Kirmaşanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê ragihand ku di heyama şerê 40 rojî deji berêrişên Amerîka û Îsraîlê 50 sivîlên parêzgehê hatine kuştin.

Birêvebirê Giştî yê Saziya Şehîdan a Parêzgeha Kirmaşanê Mihemed Behramî îro di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de got:

"Di encama êrişên vê dawiyê yên Amerîka û Îsraîlê yên li Îranê de, nêzîkî 50 welatiyên sivîl ên parêzgeha me şehîd ketine."

Mihemed Behramî derbarê hûrgiliyên qurbaniyan diyar kir, 20 ji wan jin bûn û 30 jî mêr bûn.

Her wiha temenê 12an ji wan di biniya 18 salî re bû.

Mihemed Behramî got, "Ji destpêka şer ve, komîteya krîzê ya Saziya Şehîdan a Parêzgehê bi beşdariya pênc komên pispor hat avakirin da ku bi lez û hûrgilî li kar û barên malbatên qurbaniyan û pirsgirêkên wan binêre."

Mihemed Behramî di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi zererên şerê 12 rojî yê sala 2025an kir û ragihand, di wî şerî de jî li parêzgeha Kirmaşanê 64 kesan ji ber êrişên bi mûşekan û bombebaranên Îsraîlê canê xwe ji dest da.

Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibata 2026an dest bi êrişên li ser Îranê kir.

Piştî 40 rojên şer, 8ê Nîsana 2026an bi navbeynkariya Pakistanê di navbera Tehran û Washingtonê de agirbesteke du hefteyî hat ragihandin.

Her wiha roja sêşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bidawîbûna dema wê bi awayekî yekalî agirbest dirêj kir.

13ê Hezîrana 2025an jî Îsraîlê êrişî Îranê kir û pişt re Amerîkayê bi bombebarankirina sê navendên sereke yên atomê yên Îranê tevlî şer bû.

Banga 24ê Hezîranê jî agirbest hat ragihandin. Ew şer wekî şerê 12 rojî tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst