Hewlêr (Rûdaw) - Jakaw Resûl jineke 39 salî ye. Ji ber nexweşiya şekir çav û gurçikên wê ber bi têkçûnê ve diçin.
Ew di xaniyekî kirê yê xerabe de bi keça xwe ya 7 salî re dijî.
Ji ber ku peymana zewacê ya fermî tune, nasnameya keça wê nîne û li dibistanê jî tenê wekî "guhdar" tê qebûlkirin.
Jakaw xelka gundê Zemzemokê yê herêma Kendênawayê ye.
Ew beşdarî bernameya "Berpirsyara Remezanê" ya Rûdawê bû ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike û behsa zehmetiyên jiyana xwe kir.
Jakawê got: "Nexweşiya min a şekir a giran heye, li çav û gurçikên min xistiye.
Ji ber nexweşiyê ez nikarim mêr bikim çimkî kes min naxwaze û taqeta min a xebatê jî nemaye."
"Mala me tijî mişk e"
Ew dayîk mehane tenê 100 hezar dînarî ji xêrxwazekî werdigire.
75 hezar dînarî dide kirêya xaniyê xwe yê li gundê Baxemreyê yê li sînorê Darêtûya Hewlêrê.
Jakawê li ser rewşa xaniyê xwe got:
"Xanî gelekî sar e û ji her alî ve av jê tê xwarê. Yewr tijî mişk e jî.
Me ev zivistan li jûrekê derbas kir ku em li aliyekî rûniştibûn û li aliyê din av dihat xwarê."
Jakawê berê ji bo debara jiyanê bi keça xwe re tenekeyên Pepsiyê yên vala didan hev.
Wê got, “Min du çewal teneke didan hev û bi 4 hezar dînaran difirotin lê niha ji ber ku min emeliyata lingê xwe kiriye ez nikarim wî karî jî bikim.”
Metirsiya standina zarokê
Pirsgirêka herî mezin a Jakawê nebûna nasnameya keça wê Lenceyê ye.
Hevjînê wê yê berê bi 11 salan hatiye cezakirin û di girtîgehê de ye.
Ji ber ku zewaca wan li dadgehê nehatiye tomarkirin keça wan jî bi awayê fermî nehatiye tomarkirin.
Jakawê li ser vê mijarê got:
"Parêzer got divê destpêkê tu bi bavê wê re zewaca fermî bikî, paşê nasnameyê ji bo keça xwe derxî û dûv re ji hev veqetin.
Lê hevjînê min ê berê razî nabe û gefan dixwe ku dema ji girtîgehê derkeve dê zarokê ji min bistîne."
Nîştimana xwişka Jakawê jî ji Rûdawê re got:
“Rewşa xwişka min gelekî xerab e. Zivistana îsal di nav avê de derbas kir.
Birayên me jî hejar in û nikarin alîkariyê bikin.”
Rêxistina Zarokparêziyê ya Kurdistanê ket dewrê
Rêxistina Zarokparêziyê ya Kurdistanê soza şopandina dosyeyê da.
Berpirsa Beşa Parastina Zarokan a Rêxistinê Lane Xalidê di bernameyê de got:
“Em dosyeyê werdigirin lê pêvajoyeke dûdirêj e.
Çimkî divê destpêkê peymana zewacê ji bo dayîk û bav were çêkirin, paşê nasname ji bo Lenceyê were derxistin û dûv re karê cudabûnê bê kirin.
Em dê li gorî derfetên rêxistina xwe ji bo debarê jî alîkariya wan bikin.”
Xeyala Lenceyê û deynê dayîkê
Lenceya keça Jakawê xeyal dike ku di paşerojê de bibe mamosteya bîrkariyê.
Wê ji bo cejnê daxwaza kincên Kurdî yên bi rengê pembeyî û sor kir.
Xêrxwazekî di dema bernameyê de soz da ku du qat kincên Kurdî ji bo Lenceyê û qatek cil jî ji bo dayîka wê dabîn bike.
Jakawê beriya mehekê emeliyata lingê xwe kiriye.
Ew ji bo çûyîna nexweşxaneyê teksiyekê bi kar tîne û ji ber vê yekê ev du sal in milyonek û 500 hezar dînar deynê wê yê rê çêbûye.
Dayîka nexweş di dawiyê de wê daxwaza xwe anî zimên û got:
“Pêdiviya me bi xaniyekî heye da ku keça min tê de bixwîne û biçe dibistanê.
Bila êdî xema me ya hatina serê mehê û kirêya xênî nemîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse