DÎLOK - Werzîşvan û çiyager li dijî madeyên hişbir meşiyan

1 demjimêr berê
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Dîlok Werzişvan Çiyager Madeyên hişbir Meş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqîsê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê werzişvan û jîngeparêzan li dijî bikaranîna madeyên hişbir meşek li dar xist.

Hefteya borî 77 werzişvan û jîngeparêzan bi armanca balkişandina li ser bikaranîna madeyên hişbir û tundiyê li peravên Çemê Firatê û Keleha Rûmê çalakiyek kir.

Werzişvan dibêjin, ciwan paşeroja me ne û divê li hemberî madeyên hişbir werin parastin.

“Em ji bo ciwanên Kurd dimeşin”

Çiyager Erhan Yumru diyar kir ku ew derdora 70 kesî ne û got:

“Em niha hatine Rûmqeleyê. Em ji bo meşa xwezayê hatine. Em ji bo ciwanên Kurd dimeşin.

Em hez nakin ku ciwanên me bidin pey şopa tiştên pîs, ên wekî madeyên hişbir û tiştên nebaş.

Bila ciwanên me werin û li nav çiyayan bimeşin û li nav newalan bigerin.”

“Em naxwazin ciwanên xwe winda bikin”

Çiyager Îbrahîm Parmaksiz jî sedema meşa xwe wiha rave kir:

“Em îro ji ber çi meşiyan? Di demên dawî de li bajarê me şer derdikeve û li mal û kolanê dengê çekan tê.

Em dixwazin bila şer nebin û aramî hebe. Em ji bo vê yekê meşiyan.

Ya duyem jî, di demên dawî de ciwan zêde madeyên hişbir bi kar tînin.

Em dixwazin ku madeyên hişbir û xûyên pîs di nav ciwanan de nebin. Em naxwazin ciwanên xwe winda bikin.”

Ji gelek bajaran û pîşeyên cuda werzişvan beşdarî çalakiyê bûn û ji saet 11:00an heta 17:00an meşiyan.

Werzişvan Sumeyra Demîr Kayayê jî got, “Ez ji bajarê Wanê têm. Ji min re gotin ‘Tu yê herî wê derê çi bikî, ber û çiya tunin.’

Ez hatim, rast e ber tunin lê çiya hene. Em li Rûmqeleyê ne û pir xweş e.”

Amarên girtiyan

Werzişvan daxwaz dikin ku ciwan bi werzişê re eleqedar bibin û ji tiştên xerab dûr bikevin.

Werzişvan Berfîn Beyyîtmîşê jî got, “Ev meşa me ji bo astengkirina madeyên hişbir e. Ji bo tundiya di nav hevalan de ye. Mirov hez dike were li xweza û jîngehê bigere. Ev der tendurist e û mirov jê hez dike.”

Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hefteya borî ragihandibû ku ji ber tawanên bazirganî û bikaranîna madeyên hişbir 182 hezar û 693 kes di girtîgehan de ne.

Ev hejmar dike ji sedî 44ê girtiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Her wiha derbarê zêdetirî 500 hezar kesan de jî lêpirsîn berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst