COLEMÊRG – Çalakiya gundiyan berdewam dike

26-04-2024
Nîşan Colemêrg Maden Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Marînûsê yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, xwepêşandana xelkê ya li dijî madenê di roja çaremîn de berdewam dike.

Kesên ku ji bajarên derdorê jî tên piştgiriyê didin çalakiyê.

Li gundê Marînûsê yê Colemêrgê ji sala 2007an ve ji aliyê Kompanya Mehdenê ya Sedex Resourcesê ve xebatên vekirina madenan tên kirin.

Gundiyên li herêmê ji ber ku xebatên madenê zererê didin xwezaya herêmê 22yê Nîsanê dest bi çalakiyên protestokirinê kir û ew ber bi cihên madenan ve meşiyan.

Xwepêşandan roj bi roj mezintir dibe

Xwepêşandana gundiyan roj bi roj mezintir dibe û welatiyên ji navçe û bajarên derdorê tên jî piştgiriyê didin wan.

Xwepêşandan di roja çaran de li ser Pira Şîn a li ser rêya Çelê berdewam dikin.

Welatiyan bi berpirsên Parêzgariya Colemêrgê û berpirsên kompanyayê re hevdîtin kirin lê ti encam ji hevdîtinan derneket.

Hêzên ewlehiyê jî li herêma ku xwepêşandana welatiyan berdewam dike tedbîrên ewlehiyê tundtir kirine.

Gundiyên herêmê dixwazin xebatên madenê rawestin û zerera ku gihiştiye xwezayê were tezmînkirin (qerebûkirin).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst