Li Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin girtin

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Efrîn Kurd Polîsên Serbazî Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî 3 welatiyên Kurd girtin.

Li gor zanyariyan, roja 25ê Gulanê li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, polîsên serbazî yên ser bi opozisyona Sûrriyê 3 welatiyên Kurd ku ji malbatekê ne, girtine.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser nasnameya her sê kesan aşkere kirine û ragihandine, Ebdullah Hec Hennan û Mehmûd Ebdurehman Hec Hennan û Newal Hec Ebdurehman bi hiceta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” hatine girtin.

Li gor heman çavkaniyan, di çarêka destpêka îsal de, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 96 kes ji seranserê herêma Efrînê girtine û heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Herêma Efrînê herêmeke giring a Rojavayê Kurdistanê ye ku ji bihara sala 2018an ve ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve hatiye dagirkirin.

Ji wê demê ve bi sedan raport derbarê binpêkirina mafên nîşteciyên resen ên herêmê ku Kurd in, di medyayan de û ji aliyê rêxistinên şopandina rewşa mirov ên herêmî û navdewletî ve hatine belavkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst