Derbarê Efrînê de hişyarî; hewl tên dan Kurdan li Efrînê nehêlin

13-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Efrîn Rojava Kurd Saruhan Oluç Partiya Çepên Kesk (YSP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê Grûba Partiya Çepên Kesk (YSP) Saruhan Oluç derbarê rewşa Herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, Kurdên Efrînê bo koçê hatin neçarkirin û hewl tên dan ku Kurdan li Efrînê nehêlin. Oluç got, “Efrîn bi destê Artêşa Azad a Sûriyê bûye navendeke karên derveyî mirovatiyê.”

Serokwekîlê Grûba Partiya Çepên Kesk (YSP) û Parlamenterê Antalyayê yê wê partiyê Saruhan Oluç roja Çarşemê 12ê Temûza 2023an di axaftina xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de bal kişand ser rewşa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiye û çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagîrkirin.

Oluç ragihand ku çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li Efrînê li ser tawanên şer ên wek îşkence, rehîne girtin, tundûtîjiya regezî û çalakiyên windakirina bi zorê berdewam in û got: “Kurdên li Efrînê rastî karên ne mirovî yên çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê tên û Efrîn bi destê wan bûye navendeke karên derveyî mirovatiyê.”

Saruhan Oluç amaje bi wê yekê da ku Kurdên Efrînê hatine neçarkirin ji cih û warên xwe koç bikin û got: “Li şûna wan çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê hatine bicîhkirin. Nifûsa mayî ya Kurdan jî her roj rastî danûstandina derveyî mirovatiyê ya Artêşa Azad a Sûriyê tên.”

Parlamenterê YSPê eşkere kir ku çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê li Efrînê dest dideynin ser mal û milkê Kurdan û got: “Em rûbirûyê zihniyeta çeteyek wiha ne ku derbarê Kurd, nifûsa Kurdan û Kurdî de çi hebe hewil dide êrîş bikin û ji nav bibin. Tabelayên Kurdî û navê cihan tên guherîn. Perwerdeya Kurdî tê qedexekirin.”

Saruhan Oluç herwiha da xuyakirin, li Efrînê bi awayekî sîstematîk dest bi ser mal û milkên Kurdan de tê girtin û destnîşan kir, Zihniyeteke çeteyên Artêşa Azad a Sûriyê ya wiha heye ku hewl dide Kurdan li navçeyê nehêle.”

Serokwekîlê YSPê herwiha bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir ku berpirsên wan tawanên li Efrînê tên kirin li qada navdewletî bên darizandin û cezakirin, û ew binpêkarî tenê di raporan de nemînin. 

Roja 20 kanûna 2018an êrîşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê destpê kir, piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan, Efrîn di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve hat dagîrkirin.

Di 18ê Adara 2018ê de Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hat dagirkirin. Di van 5 salan de li Efrînê pêşhateyên zêde mezin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve wek talankirin, kuştin û guhertina demografîk çêbûne.

Tevî protestokirina tawana dagirkariyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên peywendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî ve, lê Efrîn di bin dagirkariyê de dinalîne.

Li gor raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ya Azad ku ser bi opozisyonê ve ye, berî dagîrkirina Efrînê 800.000 nişteciyên resen lê hebûn lê piştî dagîrkirinê niha tenê 132.000 nişteciyên resen lê mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst