Hêzên Tirkiyê li Efrînê zêdetirî 100 daran birîn

26-06-2022
RÛDAW
Nîşan Birîna daristanan Efrîn Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve ji navçeya Şiyê û Mabate yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 daran birîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve zêdetir ji 100 daran li gundê Hec Qasimo yê Mabate û gundê Dalu yê Şiyê yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê birîne.

Heman çavkaniyan da zanîn, ji bilî birîna daran û talankirina milk û malê welatiyên ji aliyê Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarên girêdayî wê ve di guherîna demografiyê de jî berdewam in.

Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye heta niha hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê Tirkiyê zêdetir ji 34 hezar darên zeytûnan li Herêma Efrînê birîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst