Serok Barzanî di serê sala nû ya koçî de peyameke pîrozbahiyê belav kir

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Baregeha Barzanî Serok Mesûd Barzanî Sala Koçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî sala nû ya koçî ya 1447an li Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Baregeha Barzanî peyama pîrozbahiyê ya Serok Mesûd Barzanî belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de ragihand:

“Bi hatina 1ê Miheremê ser sala koçî pîrozbahiyên xwe yên germ li tevahiya Misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.”

Serok Barzanî di beşekî din ê peyama xwe de anî ziman:

“Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim hatina sala nû ya koçî bibe sedema aramî û xweşiyê ji her kesî re û aştî û aramiyê bi ser herêma me û tevahiya mirovahiyê de belav bike.”

Îro li gel hilatina rojê, Misilman li seranserî cîhanê pêşwaziyê li sala nû ya koçî ya 1447an dikin û meha Miheremê, meha yekem a salnameya koçî dest pê dike.

Salnameya koçî ku bi salnameya Îslamî (hîcrî) jî tê naskirin, bibîrxistina bûyera koça Pêxemberê Îslamê Mihemed û Misilmanan a ji bajarê Mekeyê ber bi Medîneyê ve ye ku di dîroka Îslamê de bû xala werçerxanê.

Ev salname di serdema Xelîfe Omerê kurê Xetab de wekî salnameya fermî ya Dewleta Îslamî hat danîn û bûyera koçê wekî destpêka sala yekem a koçî hat diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst