Parlamentera AK Partiyê: Komîsyon dê ji bo çareseriyê gavan biavêje

26-08-2025
RÛDAW
Suna Kepolu Ataman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Suna Kepolu Ataman / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajo Kurd AK Partî Suna Kepolu Ataman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Atamanê ragihand ku Komîsyon ji bo çareserkirina doza Kurdan hatiye avakirin û got, “Cara yekem e hemû alî ji bo çareseriyê hewl didin.”

Desthilat û hevalbendên xwe li navçeya Milazgirê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, bi minasebeta salvegera 954emîn a ku Tirk hatine Kurdistanê çalakiyan li dar dixin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û gelek rayedarên payebilind jî tevlî van çalakiyan dibin.

Rojeva sereke ya pîrozbahiyan, peyamên Erdogan ên derbarê “pêvajoya çareseriyê” bûn.

Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Ataman, li Milazgirê beşdarî pîrozbahiyan bû û derbarê pêvajoya nû de ji Rûdawê re axivî.

“Cara yekem e hemû alî ji bo çareseriyê hewl didin”

Sunayê diyar kir ku Erdogan peyamên girîng ên li ser biratiya gelan dane û got:

“Bi rastî Serokkomarê me ji bo xatirê biratiya gelên Kurd, Tirk û Ereban her tim peyaman tîne ziman.

Wekî hûn jî dizanin, îro pêvajoyeke nû heye. Li ser vê yekê komîsyonek hatiye pêkanîn.

Komîsyon dê xebatên xwe bidomîne. Li gorî texmîna min, heta dawiya vê mehê dê li ser vê yekê gavên hîn şênber bên avêtin.”

“Ez cara yekem e dibînim”

Kepoluyê da zanîn ku ew ji pêvajoyê gelekî bi hêvî ye û anî ziman ku cara yekem e hemû alî ji bo çareseriyê hewl didin:

“Ez bi bawerî vê dibêjim, di temenê xwe yê 54 salan de ez cara yekem e dibînim ku hemû alî bi dilekî paqij û bi xwestineke mezin ji bo çareseriyê hewl didin.

Komîsyon ne tenê ji AK Partiyê û Hevpeymaniya Cumhurê pêk tê, hemû partiyên ku bixwazin dikarin tê de cih bigirin û piştgiriyê bidin.”

“Divê fesad nekevin navbera me”

Parlamentera AK Partiyê bal kişand ser “biratiyê” û wiha pê de çû:

“Biratiya me bi hev re heye, wekî li Çanakkaleyê, wekî li Milazgirê, wekî li Sarîqamîşê me tim bi hev re ev welat ji destê dijminan xilas kiriye.

Îro jî înşala ez bi wê baweriyê me ku ev ruhê yekîtiyê yê ku li vir çêbûye, dê bibe wesîle ku kesên fesad û nexêrxwaz nekevin navbera biratiya me.”

Wê li ser pirsa derbarê mafên Kurdan ên di pêvajoya nû de jî got:

“Derbarê ziman de, wekî hûn dizanin em li her derê, li kuçe û kolanan, li meclisê bi zimanê xwe diaxivin.

Tenê ji bo ku li ser kursî (parlamentoyê) her kes fêm bike bi Tirkî tê axaftin.

Di rojên pêş de dê çi bibe, piştî ku Komîsyon xebatên xwe biqedîne dê her tişt zelaltir bibe. Ez gelekî bi hêvî me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst