Hewlêr (Rûdaw) - Van rojên dawî de pêvajoya çareseriyê mijara sereke ya gotar û axaftinên wezîr û berpirsên AK Partiyê ye.
Wezîrê Werziş û Ciwanan Osman Aşkin Bak şeva borî li Ameda Bakurê Kurdistanê li gel ciwanên parêzgehê civiya.
Osman Aşkin Bak di axaftina xwe de eşkere kir ku şerê li gel PKKê 2 trîlyon dolar zerer gihandiye aboriya Tirkiyeyê û amaje bi veqatandina wê xerciyê bo perwerde, teknolojî û veberhênanê da.
Piştre jî li gel parêzgar, Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu û bepirsên siyasî û îdarî yên bajêr li stadyuma Amedê futbol lîstin.
Wezîrê Werziş û Ciwanan Osman Aşkin Bak wiha axivî:
“Em dirûşma 'Tirkiyeya bê teror' ji nêzîk ve dişopînin. Ji bo wê em dê hemû bi hev re bixebitin.
Ev welat ê me hemûyan e, ji bo mezinbûn û pêşketina wê pêwîst e em hemû bi hev re bixebitin."
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî li bajarê Bartinê yê Tirkiyeyê derbarê pêvajoyê de axivî.
"Em dê derfet nedin pêvajo bê sabotekirin"
Yilmaz Tunç bal kişand ser hewlên têkdana pêvajoyê û hişyarî dan û got:
“Em dê li hemberî kesên ku dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin jî hişyar bin û em dê qet derfetê nedin wan sabotajan.
Wê demê gavên veberhênanê dê bileztir bibin. Biratiya me û demokratîkbûna me dê zêdetir bihêz bibe.”
"Divî Parlamento hewleke girîng bide û yasayên girîng bi cîh bike"
Li hemberî van peyamên AK Partiyê, Serokwekîlê Kome DEM Partiyê Sezaî Temellî bi rêya Rûdawê ji bo bi serkeftina pêvajoyê banga derxistina yasayan û avêtina pêngavan li desthilatê dike.
Sezaî Temellî got, “Eger em bixwazin çek bi temamî bên danîn, pêwîst e di vî warî de parlamento bi rastî hewleke girîng bide û yasayên girîng cîbicîh bike.
Di serî de wekî min got, ew kesên çekan datînin, ew kesên ku heta niha ji ber vê meseleyê mexdûr bûne, bandor li wan bûye û ew kesên ji ber vê meseleyê hatine darizandin, pêwîst e hemû kes di vê çarçoveyê de bên nirxandin.”
Ji bo pêvajoyê çavê raya giştî ji peyamên aliyan zêdetir li pêngavên pratîk û xebatên komîsyonê ne ku biryar e 12ê vê mehê sêyemîn civîna xwe saz bike.
Her çi qasî civîna duyem ku ji bo medyayê girtî bû li ser şefafiyeta karên komîsyonê rexne û karvedan li pey xwe anî bin jî beşek ji aliyan bo mijarên hestiyar vê rêbaza civînê wekî pêwîstiyeke pêvajoyê dibînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse