Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encumena Wezîran Amanc Rehîm diyar kir ku rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di peymana petrolê de dîrokî bû.
Wezîrekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê ragihand ku di civîna Encumena Wezîran de, hewlên Nêçîrvan Barzanî yên di peymana hinardekirina petrolê de wekî "dîrokî" hatine binavkirin.
Li gorî wezîr, Encumena Wezîran jî spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê 24ê Îlona 2025an bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Mijara sereke ya civînê peymana sêalî ya ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê bû.
Wezîrê ku beşdarî civînê bûbû ji Rûdawê re got, "Beriya dawîhatina civînê, Sekreterê Encumena Wezîran Dr. Amanc Rehîm axivî û got: 'Wekî Amanc Rehîm û şandeya danûstandinkar, ez gelekî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim ku bi rastî roleke gelekî girîng û dîrokî di avakirina peymana sêalî de lîst.'"
Li gorî heman wezîrî, piştî axaftina Dr. Amanc Rehîm, di civînê de destxweşî li Nêçîrvan Barzanî hatiye kirin û ji ber hewlên wî yên di peymanê de spasî lê hatiye kirin.
Peymana sêalî di 25ê Îlonê de bi fermî hatibû ragihandin. Li gorî peymanê, dê sibe saet 06:00ê sibehê ji nû ve dest bi hinardekirina petrolê bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinên xwe de her tim tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse