Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hemwelatiyekî Kurd rastî teqeya hêzên ewlehî yên Îranê hat û bi giranî birîndar bû.
Li gor zanyariyên li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) bûyer duhî roja pêncşemiyê (25-10-2018) li devera Pirdî Garan a nêzikî bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê qewimî.
Di bûyerê de hemwelatiyekî Kurdê bi navê Erkan Heremî, ku ji gundê Zikriyan ê ser bi bajarê Merîwan ve ye û ajokar e, rastî êrîşa teqeyî ya hêzên ewlehî yên Îranê hat û di encamê de bi giranî birîndar bû.
Herwiha hêjayî behskirinê ye ku ev bûyer piştî bidawîbûna nerazîbûna xelkê ya wê rojê bo komkirina zibilên bajarê Merîwanê li devera gundên Gemareleng, Giwêzegiwêre, Kulît, Kelewênce û gundê Derî pêk hat, ku di heman bûyerê de çend hemwelatiyên din ên Merîwanê jî hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse