Piştî vekişîna PKKyê, çav li Enqereyê ne: ‘Divê dewlet jî gavan biavêje’

26-10-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Konferansa OZGUR - DERê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Konferansa OZGUR - DERê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan OZGUR - DER Amed Elî Bapîr Yasîn Aktay
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr ji Amedê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku êdî ji bo pêvajoya çareseriyê hin gavan biavêje.

Bapîr xwest ku hikûmet bi awayekî erênî bersivê bide pêngava nû ya PKKyê û got, "Bi destekî çepik nayê lêxistin."

Şêwirmendê berê yê Erdogan, Yasîn Aktay jî ji Rûdawê re kêfxweşiya xwe anî ziman.

Aktay hişyariya da û got, divê kes bi "zimanê bêrêziyê" nêzî biryarê nebe.

Komeleya OZGUR-DERê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi navê "Kurd, Biratî û Aştiya Civakî ya li Tirkiyeyê" konferansek li dar xist.

Nûnerên saziyên nêzîkî hikûmetê û kesayetên Kurd û Îslamî di konferansê de amade bûn.

Biryara PKKyê ya vekişandina hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê jî bû mijara sereke ya nîqaşan.

Serokê Komela Dadgeriyê ya Kurdistanê Elî Bapîr yek ji axaftvanan bû.

Elî Bapîr pêngava PKKyê erênî nirxand û wiha got:

"Ev pêngaveke baş e. Çepik bi destekî nabe, divê her du dest bin. Miletê li Tirkiyeyê, Kurd û Tirkan û hemû miletê Tirkiyeyê ji şer gelek zerer dîtine.

Qezenca hemûyan di aştiyê de ye. Ez hêvîdar im li hemberî vê helwesta PKKyê ya vekişandina hêzên xwe, dewlet jî gavên baştir û mezintir biavêje da ku aştî biçe serî."

Akademîsyen û şêwirmendê berê yê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Yasîn Aktay jî di sempozyûmê de amade bû.

Aktay da zanîn ku ev pêngav dê pêvajoya aştiyê bihêztir bike û got:

"Eger aliyek bêje 'me ew neçar kir, me ew têk bir', ev bêrêzî ye li hemberî aliyê din.

Divê ev gotin û axaftinên bêrêz neyên kirin. Di encamê de ev gav ne ji neçariyê lê bi dildarî hatiye avêtin û divê em li hemberî vê gavê rêzdar bin.

Ez hemû aliyên ku bi dildarî tevlî vê pêngavê bûne pîroz dikim û spasiya wan dikim."

Biryara vekişîna hêzên PKKyê niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûye rojeveke sereke.

Tê payîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di 30yê Çiriya Pêşîn de Heyeta Îmraliyê pêwazî bike û ev mijar bi berfirehî di wê hevdîtinê de bê gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst