Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok got, “Em ne efûyê dixwazin, divê sererastkirinên hiqûqî bên kirin.”
PKKyê bi merasîm û daxuyaniyekê ragihand ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê derbasî qonaxa duyemîn bibe, ew hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin.
Sabrî Ok, Vejîn Dêrsim, Devrîm Palu û 25 gerîla tevlî vê merasîmê bûn û merasîm li Qendîlê hat kirin.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Sabrî Ok piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivandin û got:
“Em ne efûyê dixwazin, divê li gorî ruhê pêvajoyê sererastkirinên hiqûqî bên kirin.”
Wî diyar kir ku divê komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Ok destnîşan kir ku îro (26ê Çiriya Pêşîn a 2025an) rojeke gelekî girîng e û ji bo ku pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin li gorî ku tê xwestin û payîn bi pêş bikeve, bangeke girîng kirin.
"Divê hinek pêngavên hiqûqî bên avêtin"
Ok amaje bi pêwîstiya gavên hiqûqî kir û got:
"Divê li gorî taybetiya pêvajoyê hinek pêngavên hiqûqî yên demkî bên avêtin.
Divê em li hemberî tiştên ku me heta niha wekî tevger kiriye, bibînin ku di warê hiqûqî de tiştek çêdibe, divê hinek sererastkirin û pêngavên hiqûqî bên avêtin.
Her ku ev gav bên avêtin, dê pêvajo bi lezeke dualî bi pêş bikeve. Em jî yasayên taybet ên ji bo PKKyê an jî ji bo pêvajoyê dixwazin. Ne efûyeke giştî ye.
Bi hewlên mezin ên Rêber Apo têkoşîneke 50 salî heta îro hatiye. Em niha di qonaxeke gelekî girîng de ne.
Tenê ji bo vê yekê hinek yasayên taybet û sererastkirin dibe ku hebin. Normal e ku raya giştî pirsên li ser pêngavên ku li bendê ne bipirse. Em hêvî dikin ku rayedar û dewleta Tirk jî van bibînin û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."
"Divê komîsyon bi Ocalan re bicive"
Sabrî Ok bal kişand ser wê yekê kir ew "azadiya fîzîkî" ya Abdullah Ocalan dixwazin û derbarê Komîsyona li Parlamentoyê wiha got:
"Komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hat avakirin pêngaveke girîng û bi qîmet bû. Gelek partiyan di vê komîsyonê de cih girt.
Her çi qasî Komîsyonê heta niha rola xwe wekî ku tê xwestin nelîstibe jî em neyînî nabînin.
Divê Komîsyon karibe bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û li nêrînên wî guhdarî bike. Ew e yê ku vê pêvajoyê bi pêş dixe. Hêviya me ev e."
"Divê em hem realîst bin”
Sabrî Ok got ku di pêvajoya bê de divê hemû dînamîkên civakê, saziyên civaka sivîl, akademîsyen û siyasetmedar berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Ok pirsa "Eger dewlet pêngavên ku hûn li bendê ne neavêje û pêvajo xera bibe, hûn dê çi bikin?" wiha bersivand:
"Divê em hem realîst bin, hem jî erênî bifikirin. Hêviya me ew e ku di vê pêngava dîrokî de, her kes berpirsyariya xwe wekî ku tê xwestin bi cih bîne."
Sabrî Ok bal kişand ser têkoşîna ku hatiye dayîn û biland:
"Me, bi berçavgirtina dîroka têkoşîna 50 salan, sosyolojî, rewşa cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, li gorî paradigmayeke me ya nû, pêwîst dît ku em li ser xeteke bi vî rengî siyasetê bikin û encamê bistînin.
Em li ser bingeha heqîqetê têkoşîna xwe didin û dîsa em hêvî dikin ku aliyên pêwendîdar jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
Ev pêvajo eger erênî be, dê bandorê li Başûrê Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike. Em hêvî dikin ku dewleta Tirk jî pêdiviyên berpirsyariya xwe bi cih bîne."
Ok di dawiyê de got ku ji bo ku pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, divê şert û mercên girtîgehê yên Abdullah Ocalan bi dawî bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse