Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Emîn Edemenê 61 salî yê ku piştî 31 salên girtîgehê Tebaxa 2023yan hatibû berdan, li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin koça dawî kir.
Mehmet Emîn Edemen ji Girtîgeha Tîpa Fya Espiyeyê ya Gîresunê hatibû berdan.
Edemen sala 1992yan li navçeya Misircê ya Sêrtê hatibû desteserkirin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê heta hetayê lê birîbû.
Edemen ji ber ku xwîn rijiyabû mêjiyê wî li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Edemen beriya 15 rojan ji ber ku xwîn rijiya mêjiyê wî birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Edemen piştî dermankirina li wir sewqî nexweşxaneyeke taybet hat kirin û şeva borî koça dawî kir.
Termê Edemen îro ji nexweşxaneyê hat wergirtin û li Goristana Sumerê ya Misircê hat veşartin.
Edemen di 31 salan de li girtîgehên Êlih, Dîlok, Amasya, Mûş, Sêrt û Gîresunê hat girtin.
Dema li Girtîgeha Tîpa Fa Espiyeyê ya Gîresunê bû berdana wî salekê hatibû bipaşxistin û Edemen 20ê Tebaxa 2023yan hatibû berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse