Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel û şandeya pê re qebûl kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê ragihand:
"Di hevdîtinê de encamên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê, qonaxa dahatû ya proseya siyasî ya li Îraqê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêywendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin."
Hat diyarkirin, her du aliyan "serkeftina hilbijartinan wekî gaveke erênî bi nav kir û li ser girîngiya hevkariya aliyên siyasî ya ji bo damezirandina hikûmeta federal a li Îraqê hevdeng bûn ku bersiva hêviyên welatiyan bide".
Pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ya li ser bingeha destûrê û rewşa giştî mijarên din ên hevdîtinê bûn.
Dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Îraqê 9ê Çiriya Paşîna 2025an û dengdana giştî jî 2 rojan piştî wê hat kirin.
Li gorî encamên dawî yên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê hejmara kursiyên aliyên Kurdistanî wiha ye:
- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 27
- Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 18
- Helwêst: 5
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 4
- Nifşê Nû (Newey Niwê): 3
- Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 1
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel û şandeya pê re civiya pic.twitter.com/hgakzbAklJ
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 26, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse