Hewlêr (Rûdaw) - Endama Desteya Birêvebir a Rêxistina Sarayê Nesriya Mehmûdê diyar kir ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tundiya li jinan zêde bûye û sedema vê jî bêîstiqrariya piştî rûxîna rejîma Beasê ye.
Rêxistina Sarayê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan, amarên nû yên sala 2025an ên li Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.
Endama Desteya Birêvebir a Rêxistina Sarayê Nesriya Mehmûdê ragihand ku li gorî sala borî, rêjeya tundiya li jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye û îsal 240 bûyerên cuda hatine tomarkirin.
Nesriya Mehmûd beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û hûrgiliyên van 240 dosyeyan ji Nalîn Hesenê re parve kirin:
Kuştin û Xwekuştin: Îsal 22 jin hatine kuştin û 15 jinan jî ji ber zextan dawî li jiyana xwe aniye. Her wiha 48 jinan hewla xwekuştinê daye.
Tundiya Fizîkî: 57 jin rastî lêdan û şkenceyê hatine.
Revandin û Gef: 49 jin hatine revandin. Gefa kuştinê li 3 jinan hatiye xwarin û gefên cuda li 12 jinan hatine kirin.
Tundiya Seksî û Civakî: Destdirêjî li 3 jinan hatiye kirin. 7 bûyerên 'dujiniyê' (pirzewacî) û 10 bûyerên tundiya derûnî hatine tomarkirin.
Rêxistina Sarayê, rêxistineke sivîl û serbixwe ye ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite.
Armanca wê ya sereke têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan û parastina mafên wan e.
Rêxistin bi taybetî li ser dozên kuştina jinan, zewicandina bizorê û pirsgirêkên civakî dixebite.
“Keça herî biçûk 15 salî ye”
Nûnera Sarayê bal kişand ser metirsiya "tundiya dîjîtal" û diyar kir ku 6 dosyeyên bi vî rengî hatine tomarkirin.
Wê hişyarî da ku zarokên biçûk dibin qurbaniyên vê cureya tundiyê û got, "Keça herî biçûk a ku rastî tundiyê hatiye, temenê wê tenê 15 sal e."
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li Sûriyeyê di nava salekê de 530 jin hatine kuştin ku beşek ji wan bi sedema tundiya dîjîtal bûne.
SOHR hikûmeta Sûriyeyê tohmetbar dike ku li hemberî kujerên jinan ti rêkarên yasayî nade ber xwe.
Herêma Feratê di rêza yekem de ye
Nesriyayê destnîşan kir ku Herêma Feratê (Kobanî û derdora wê) ew dever e ku herî zêde bûyerên tundiyê li wan hatine tomarkirin.
Rêveberiya Xweser yasayên taybet derxistine ku pirzewaciyê qedexe dike û mafên wekhev dide jinan lê hîn jî ji ber zîhniyeta kevneşop a civakê, bandorên şerê navxweyî yê Sûriyeyê û krîza aborî, tundiya li jinan wekî pirsgirêkeke cidî dimîne.
“Em ji qanûnên Rêveberiya Xweser razî ne”
Nesriyayê daxuyand ku qanûnên ku Rêveberiya Xweser ji bo jinan baş in lê bi taybetî piştî ku hikûmeta Şamê guheriye koça ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve zêde bûye û ev jî bûye sedem ku amarên tundiyê zêde bibin û got:
“Em ji qanûnên Rêveberiya Xweser razî ne. Li dadgehan mafên jinan tên parastin, heqê jinan misoger dibin.
Berê rola jinê nebû lê niha li herêmên Rêveberiya Xweser rola jinê zehf e.
Sîstema hevserokatiyê li her cihî heye û rola jinê li her cihî heye. Bi biryara jinan her tişt tê meşandin.”
Divê jin çi bikin?
Wê diyar kir ku divê hemû jin karibin xwe biparêzin û got, “Eger dema tundî çêbû xwe bigihînin saziyên pêwendîdar dê tundî raweste.
Komîte li her cihî hene û ew jin dê werin parastin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse