Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi "hinceta PKKyê" 9 kes hatin desteserkirin.
Birêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand, di navbera 20 û 26ê Kanûna Paşîn 2025an de bi hinceta "rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê" operasyon hatin kirin.
Birêveberiya Ewlehiyê da zanîn ku di navbera 20 û 26ê Kanûna Paşîn de di operasyonên cuda de bi hinceta "endamtî û alîkariya PKKê" 9 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi "hinceta PKKyê" xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse