Navenda Nûçeyan – Hat îdîakirin ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şevê din gundê Omera û girê wê yên girêdayî navçeya Şera ji leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê standine.
Li gor medya nêzîkê PYDê, şervanên YPG û YPJê şevê din li gundê Omera yê girêdayî navçeya Şerayê dijî artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê çalakiyek kirin û di encamê de gund û girê paşde standin.
Tê gotin ku niha gund di jêr kontrola şervanan de ye, lê derbarê kuştî û birîndar an jî ziyanên şer de li wê navçeyê tu agahî nehatine belavkirin.
Ji 20ê Çileya 2018ê ve Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê dest bi êrîşên xwe yên ser Efrînê kirine û heta niha jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl hatine kuştin û bi hezaran kes jî derbider û koçber bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse