Lonjîn Ebdo: Armanca girtinan tirsandina xelkê ye ji bo ku ji Efrînê derkevin

06-06-2023
Hisên Omer
Rêvebera Rêxistina Lêlûn Lonjîn Ebdo
Rêvebera Rêxistina Lêlûn Lonjîn Ebdo
Nîşan Efrîn Girtina Welatiyan Lonjîn Ebdo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên serbazî yên ser bi hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ve dest bi kampîneke girtin û lêpirsînê li welatiyên Kurd li çend gundên herêma Efrînê kirine.

Rêvebera Cîbicîkar a Komeleya Lêlûn ji bo Qurbaniyan, Lonjîn Ebdo ku bi xwe zêdetirî 2 salan di zindanên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de mabû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hûrgiliyên girtina gundiyên Dumilya kir.

Rêvebera Rêxistina Lêlûn Lonjîn Ebdo dibêje "Ji bo ku xelkê me yê Efrînê bifikirin ji Efrînê derkevin tim ditirsînin.

Komên çekdar û polîsên serbazî li Gundê Dimilyayê operasyonan dikin. di van operasyonan de bi rêya muxtêr 7 kesan xwestin. Ev 7 kes bi hev re çûn polîsên serbazî ya Racyê lêbelê 5 kesan li cem xwe hiştin û 2 kesên din re jî gotin herin em dê piştre bangî we bikin. Ew 5 kesan rojek li wê derê xew kirin û ji her yek jin wan 200 dolar stendin û piştre derxistin. Lêbelê ev 5 kes 2 ji wan berê hatibûn girtin û pere jî dabûn. Ev tişt ji me re diyar dike ku xelkê Efrînê tim bitirsînin."

Li gorî Rêxistina Hevdestî ya belgekirina binpêkirinan li bakurê Sûriyê, di sala 2022an de 633 kes li herêma Efrînê hatine girtin, 40 ji wan jin in û 21 ji wan zarok in. Ji 208 kes ji wan hatine azadkirin.

Li gorî raporên Rêxistinên Mafên Mirov, ji bilî ku xelk bi şêweyekî neyasayî tên girtin, rê jî nayê dayin ku parêzer an jî kesûkarên girtiyan cih û çarenivîsa wan nas bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst