Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro bi boneya 10emîn salvegera damezirandina xwe daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew li ser mîrateya YPG û YPJê hatine damezrandin û soz da ku ew dê "têkoşînê heta avakirina Sûriyeyeke azad, demokratîk û ewle" bidomînin.
Daxuyaniya HSDyê wiha ye:
"Bi boneya salvegera dehemîn a damezirandina hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), em bi navê Fermandariya Giştî bi serbilindî hemû qehreman û lehengên HSDyê, gelê me yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê silav dikin ku bi hev re bingeha vê projeya neteweyî ya berfireh ava kir. Ev proje ji îradeya gel û baweriya wan bi mafê wan ê jiyaneke azad û birûmet derket holê.
Hêzên me li ser mîrate û fedakariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di demên herî tarî yên dîroka Sûriyeyê de hatin damezrandin.
Di wê demê de li deverê tevlihevî serdest bû, enî hilweşiyan û terorîzm li deverên berfireh ên welêt belav bû.
Hêzên me di demên tevliheviyê de dengê aqil, di demên parçebûnê de projeya yekitiyê û li dijî terorîzm û tundrawiyê keleha rûmetê bûn.
Di demekê de ku gelek hêz ketin nav şerê navxweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk rêyeke cuda hilbijart; rêya parastina welat û mirovan.
Wan ala xwe ji bo berjewendiyên teng bilind nekirin û îspat kir ku ew hêzeke neteweyî ne, li ser axa Sûriyeyê û ji hemû pêkhateyên wê hatiye avakirin, bi navê gelê Sûriyeyê û ji bo wî şer dikin.
Di nava 10 salan de Hêzên Sûriyeya Demokratîk qurbaniyên mezin dan, bi hezaran şervanên ku gund ji pençên DAIŞê rizgar kirin û bi milyonan sivîl ji qirkirin û koçberiyê parastin, şehîd bûn.
HSDyê di çeperan de ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê şer kiriye, li cihê ku mirin hebû ewlehî pêk anî û li cihê ku terorîzmê wêranî dikir, jiyan ava kir.
Şerên hêzên me yên li dijî terorîzmê ne tenê pevçûnên leşkerî bûn lê ew şerê hebûn, rûmet û exlaqê neteweyî bûn.
HSDyê ji bo parastina hemû mirovahiyê şer kir, berpirsiyariya parastina Sûriyeyê ji hilweşîn û parçebûnê hilgirtin ser xwe û ji cîhanê re îspat kir ku îradeya gelê azad dikare li dijî tariyê bi ser bikeve.
Bi projeya xwe ya neteweyî û demokratîk, HSDyê modeleke bêhempa ya rêveberiya xweser û rêveberiya sivîl ava kir, li ser bingeha azadî, wekhevî, edaleta civakî û beşdariya hemû pêkhateyan.
Ev proje ne alternatîfek ji bo Sûriyeyê bû lê rêyek ber bi Sûriyeyeke demokratîk ve bû, Sûriyeyeke azad a bê zordarî û terorîzm.
Em dê têkoşîna ji bo Sûriyeyeke azad bidomînin
Îro, HSD li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye stûneke aramî û ewlehiyê û bûye hevkarê bibandor di nav hewldanên navneteweyî yên ji bo şerê li dijî terorîzmê de. Her wiha bûye hêzeke siyasî û leşkerî ya berpirsyar ku hem li hundir û hem jî li derve cihê rêzgirtinê ye.
Hebûna çalak a HSDyê li hemû qadan, bûye sedema parastina destkeftiyên gelên Sûriyeyê li dijî hemû hewldanên parçekirinê.
Bi vê boneya dîrokî, em şehîdên xwe yên ku bi xwîna xwe destana azadiyê nivîsandin bi bîr tînin û em soza xwe ji wan û gelê xwe re dubare dikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê pabendî wan rêgezên ku li ser hatine damezirandin bimîne; rêgezên parastina gel, parastina rûmeta welat û berdewamkirina têkoşînê heta ku em Sûriyeyeke azad, demokratîk û ewle ji bo hemû gelên wê ava bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse