Iraqê biryareke xwe ya derbarê Şingalê de betal kir

27-04-2022
RÛDAW
Nîşan Şingal Kurdistan Iraq Nûrî Malikî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî çend demjimêran ji biryareke xwe ya derbarê erkdarkirina Parêzgarê Neynewayê bo cîbicîkirina erkên Qaymeqamtiya Şingalê vegeriya û ev biryara xwe betal kir.

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê Rifet Simo ji Rûdawê re ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryara erkdarkirina Parêzgarê Neynewayê ji bo cîbicîkirina erkên qaymeqamiya Şingalê hilweşand.”

Rifet Simo got, “betalkirina biryarê tenê çend demjimêran piştî wê yekê hat ku Serokwezîrê Iraqê biryar dabû Necim Cibûrî Parêzgarê Neynewayê serpireştiya Qaymeqamiya Şingalê jî bike û erkên wê pêk bîne.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûemta Iraqê dawiya sala 2020an derbarê asayîkirina rewşa Şingalê de rêkeftinek îmze kiribûn, lê heta niha ew rêkeftin nehatiye cîbicîkirin.

Mehma Xelîl, endamê parlamentoya Iraqê û qaymeqamê Şingalê yê berê piştrast kir ku biryara erkdarkirina parêzgeha Mûsilê wek serpireştê Qaymeqamiya Şingalê û ji bo cîbicîkirina erkên wê ji aliyê Kazimî ve hatiye hilweşandin.

Mehma Xelîl got, “Li gor encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê, di sala 2021 Partiya Demokrata Kurdistanê sê kursiyên parlamentoyê yên Şingalê misoger kiriye. Pêştir jî PDK di nav encamûna Şingalê de xwediyê piraniyê bû, lewra posta Qaymeqamiya Şingalê mafê PDKê ye û bêyî PDK biryar li ser nayê dan.”

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê Rifet Simo doh Sêşemê ji Rûdawê re gotibû, “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî biryar daye ku Parêzgarê Neynewayê Necim Cibûrî erkên qezaya Şingalê jî birêve bibe.”

Rifet Simo diyar kiribû, “biryar e Necim Cibûrî roja Pêncşembê weke yekemîn roj li qezaya Şingalê dest bi dewamê bike û karûbarên wê qezayê birêve bibe.”

Erkdarkirina Cibûrî wek Serpireştyarê Qezaya Şingalê di demekê de ye ku heftiyan e alozî di navbera hêzên artêşa Iraqê û çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Asayişa Êzîdxanê li Şingalê gelek tund bûne û çend caran şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Doh jî artêşa Iraqê hêzeke mezin bi weayitên zihî û çekên giran ber bi Şingalê ve şandibû.

Di 18 û 19 Nîsana 2022an de li sinorê Şingalê di navbera Hêzên Iraqê û hêzeke nêzî PKKê de şer û pevçûn derketibûn û di encamê de çend kes birîndar bibûn û du serbazên Iraqê ji aliyê şervanên YBŞê û çend şervanên YBŞê jî ji aliyê Hêzên Iraqê ve hatibûn girtin.

Dema ku ji aliyê Artêşa Iraqê ji bo derketina hêzên ser bi PKKê yên li Şingalê di 1ê Nîsana 2021an de temam bibû lê hin hêzên ne fermî çend caran ji Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmergeyan re jî pirsgirêk derxistin.

Di 9ê Cotmeha 2020an de Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa Şingalê û birêvebirina navçeyê di warê rêveberî, asayîş û xizmetguzarî de bi awayeke hevbeş lihev kirin lê hîn jî di warê ewlehiyê de çendîn hêzên serbazî li deverê hene ku di nav wan de; Hêza Parastina Êzîdxanê, Fermandariya Pêşmergeyên Şingalê, Artêşa Iraqê, Polîsên Federal, Polîsên Herêmî, Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ.

Rêkeftina Şingalê ya di navbera Bexda û Hewlêr li ser sê babetên "rêveberî, ewlehî û jinûveavakirinê" hatiye dabeşkirin ku ji 9 xalên sereke yên ku tê de nexşerêyeke şopandinê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê ji bo vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê heye, pêk tê.

Şingal navçeyeke Kurdistanî

Şingal navçeyeke Kurdistanî ye ku li derveyî sînorên îdareya Herêma Kurdistanê ye û dikeve sînorê parêzgeha Neynewayê (Mûsilê). Li gor madeya 140 a Destûra Iraqê, diviyabû çarenivîsa Şingalê jî weke cihên din ên nakok di rêya sazkirina referandumekê re bihatiba diyarkirin, lê belê hikûmeta Iraqê ji sala 2005an ve heta niha ew benda destûrî cîbicî nekiriye.

Ji sala 2003 û rûxana rejîma Beis a Iraqê ve heta sala 2017an, devera Şingalê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat birêvebirin, lê piştî bûyerên Cotmeha sala 2017ê kontrola wê navçeyê jî wek gelek navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê kete destê hikûmeta Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst