Hêzên Îraqê 24 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê desteser kirin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ragihand ku wan 24 kesên ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin desteser kirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 24 kes li Silêmaniyê hatine desteserkirin û ji Rojhilatê Kurdistanê ne.

Berdevkê Lijneya Yekem a Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê Samî Îsmaîl îro ji Rûdawê re ragihand:

“24 kesan hewl daye bi rêyên neyasayî derbasî nav bajaran bibin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew 24 kes ji Rojhilatê Kurdistanê ne û piraniya wan ji ber nebûna pasaportê hewl daye bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û bixebitin.

Berdevkê Lijneya Yekem a Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê ragihand ku kesên hatine desteserkirin radestî dadgehê hatine kirin û lêkolîn li ser wan tê kirin.

Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê girêdayî Hikûmeta Îraqê ye û berpirs e ji parastina sînoran ji Zaxoyê heta Xaneqînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst