Hewlêr (Rûdaw) – Bangeşeya hilbijartinên Îraqê germ dibe û her kutle fraksiyon xwedî planeke cuda ye.
Di nava Suniyan de tirsa perçebûnê heye û di nav Şîeyan de jî çav li parêzgehên xwedî gelek kursî ne.
Nûrî Malikî careke din li ser "plangêriya li dijî Îraqê" hişyarî da û Sûdanî jî ji parêzgehên Şîe derket û li Selahedînê soza proje û "avedaniyê" da xelkê.
Şîe: Dabeşbûna gotaran û tekezî li ser aliyên cuda
Hevpeymanî û lîsteyên Şîe di van hilbijartinan de çavên xwe bêtir li wan parêzgehan in ku xwedî hejmara herî zêde ya kursiyên parlamentoyê ne.
Di serî de li Bexdaya paytexta Îraqê, her wiha li hinek parêzgehên din ên ku mohra sembolîk û pîrozî li ser wan heye bi taybetî wekî Kerbela û Besrayê.
Tiştê ku diyar e, ew e ku hemû alî ketine nav rikberiyeke tund û di navbera lîsteyên kevn û hevpeymaniyên du dehsalên borî û hinek lîsteyên nû yên ku çavên wan li kursiyên van hilbijartinan e de dabeş bûne.
Ew lîsteyên Şîe yên ku piraniya wan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ne, nêzîkî 140 kursiyên wan di Parlamentoya Îraqê de hene.
Ew kursî dengê wan di diyarkirina kesekî ji bo hikûmeta dahatû de bilindtir dikin, li gorî dabeşkirina postên di navbera Şîe, Sunî û Kurdan de bi vî awayî ye serokwezîrî ji bo Şîeyan, serokkomarî ji bo Kurdan û Serokatiya Parlamentoyê jî ji bo Suniyan e.
Bexda dê ji bo Şîeyan bibe xala yekalîker û navenda rikeberiyê. Li Bexdayê ji lîsteyên cuda nêzîkî 3 hezar namzed hene û parêzgeh xwedî 71 kursiyan e.
Nêzîkî 4 milyon û 400 hezar dengdêr li wê parêzgehê ne. Van hejmarên mezin wiha kirine ku Şîe Bexdayê bikin xala yekalîker a ji bo diyarkirina şiklê hikûmeta paşerojê û heta serokwezîrê paşerojê jî.
Piştî Bexdayê, rikeberiya Şîeyan zêdetir li Besra, Necef û Kerbelayê derdikeve pêş.
Van çar parêzgehan bi hev re zêdetirî 7 milyon û 500 hezar dengdêrên wan hene ku dike nêzîkî ji sedî 35ê tevahiya dengdêrên Îraqê.
Ev yek di propagandaya Hevpeymaniya Dewleta Yasayê de jî diyar bû.
Roja çarşemê, Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî li Kerbelayê bangî dengdêran kir û xwest ku bi awayekî çalak tevlî hilbijartinan bibin.
Malikî, bêyî ku hûrgiliyan eşkere bike, behsa "plangêriya li dijî Îraqê" ya ji bo têkbirina pêvajoya siyasî kir.
Serokwezîrê berê yê Îraqê xwest ku xelk pişta xwe nede hilbijartinan, ji ber ku her pirsgirêka ji bo hilbijartinan dê Îraqê bixe nav aloziyê.
Tevî teqeziya Şîeyan a li ser hinek parêzgehan, beşek ji wan berê xwe daye parêzgehên têkel û yên Suniyan jî.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî li Selahedînê got: "Li wê parêzgehê projeyên bipêşketinê bêyî derengî hatine bicihanîn."
Sûdanî behsa projeyên hikûmeta ku wî serperiştiya wê dikir û got: "Me li Dûceyl, Dore, Samera û Xurmatûyê nexweşxane û projeyên cuda bi cih anîne."
Sûdanî li gel çend serkirde û serokên partiyên din ên Şîe, çavên wan li wê yekê ye ku bibin yekemên hilbijartinan.
Ew lîste pişta xwe bi karê hikûmetê yê di sê salên borî germ dike.
Di hin merasîman de, rêkeftina wan a bi Herêma Kurdistanê re ya li ser petrol û hinardekirinê wekî destkeftiyekê didin zanîn.
Bi taybetî ku ev pirsgirêk çend sal bûn di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê de di çarçoveya destûrê de hebû.
Kesên nêzîkî Sûdanî û wezîr û berpirsên lîsteya wî baweriyê didin ku ew dê dengekî baş di hilbijartinan de bi dest bixin.
Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Ferhad Elaedîn pêşbînî dike ku lîsteya Mihemed Şiya Sûdanî pileya yekem bi dest bixe û piraniya kursiyan misoger bike û got, "Rapirsî wisa dibêjin û di heman demê de di nav xelkê jî de lîsteya me bihêz e."
Ji bilî rikberiya van her du serkirdeyên Şîe, lîsteyên din jî derketine pêş.
Muhsîn Mendelawî bi Hevpeymaniya 'Esas' beşdarî hilbijartinan dibe ku 8 partiyên biçûk di nav xwe de dihewîne û bala wan li ser dengê ciwanan e.
Hevpeymaniyên din jî di nav Şîeyan de hene lê zêdetir çav li ser rikberiya çend lîsteyan e.
Sunî di navbera serdestiya Teqedûm û dengên nû de
Suniyan di van hilbijartinan de çar hevpeymanî û partiyên serekî hene ku beşdarî hilbijartinan dibin.
Teqedûm bi serokatiya Mihemed Helbûsî, Hevpeymaniya Ezm bi serokatiya Musena Sameraî, Siyade bi serokatiya Xemîs Xencer û her wiha Tefaweq bi serokatiya Îbrahîm Namis bangeşeyê dikin.
Rikberiya Suniyan zêdetir li Enbarê ye û li Nînowayê jî bi heman şêweyî ye, ji bilî hinek dengên din li Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê jî rikberiya hevdû dikin.
Ew li ser kursiyên mezintirîn parêzgeha Îraqê ya ji aliyê rûberê ve ketine nav rikberiyeke tund.
Her yek ji wan di wê baweriyê de ye ku ew hêjayî piraniya kursiyên Enbarê ne. Ji bilî vê hevdû bi çêkirina astengiyan li pêş propagandeyên hev tawanbar dikin.
Endamê Hevpeymaniya Ezmê Ehmed Duleymî diyar kir ku Serokê Hevpeymaniya Teqedûmê ji Parêzgarê Enbarê xwestiye ku erêkirinê nede civînên alîgirên Ezmê yên li rojavayê Enbarê.
Ezm vê yekê wekî binpêkirinekê dibîne.
Maseya Hilbijartinê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bi aliyên Sunî re axiviye.
Pirbûna lîsteyên Suniyan tirsa wê yekê li cem wan çêkiriye ku dengên wan perçe bibin û kursî û nûnerên wan kêm bibin.
Berdevkê Partiya Teqedûmê Mihemed Cubûrî ji Rûdawê re axivî.
Mihemed Cuburî di wê baweriyê de ye ku partiya wî hêja ye ku nûneratiya Suniyan bike û got,"Birêvebirina dewletê divê li ser bingeha jêhatîbûn û hevbeşiyeke rasteqîn bê avakirin."
Ew di wê baweriyê de ye ku partiya wî dê wekî mezintirîn hêza Sunî û bibandor a li ser qada siyasî ya Îraqê bimîne.
Ezm ku rikebereke berbiçav a Teqedûmê ye, di wê baweriyê de ye ku divê xelk baweriya xwe bi serdestî û desthilata yek partiyê neyne.
Endamê Hevpeymaniya Ezmê Welîd Fehdawî got: "Vê carê li Enbarê yek partî dê hikum neke.
Teqedûm dê 5 heta 6 kursiyan kêm bike, belkî hevsengî ji bo parêzgehê vegere û partiyên din jî kursiyan bi dest bixin."
Di nav vê rikberiyê de hevpeymaniyeke din jî derketiye holê ew jî Hevpeymaniya Tefaweq e ku Îbrahîm Namis serokatiya wê dike.
Wî berevajî her du partiyên din got,"Pêwîst e em bi rêya van hilbijartinan careke din bibin dengê xelkê û dawî li serdestiya yek partiyê bê anîn."
Enbar xwedî 15 kursiyan e û 10 partî û hevpeymaniyên Sunî di nav rikberiyê de ne ji bo bidestxistina piraniya kursiyan.
Namzedê li ser lîsteya Siyadeyê Emmar Ezawî ji Rûdawê re got, "Li Enbarê hinek destwerdanên siyasî û serdestiya yek partiyê heye. Pêwîst e piştî van hilbijartinan dawî li vê yekê bê anîn."
Binpêkirinên li Herêma Kurdistanê kêmtir in: Di 3 hefteyan de 309 binpêkirin
Her çend Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê beriya çend rojan ragihandibû ku 400 binpêkirin hatine tomarkirin û beşek ji wan beriya propagandeyê bûne.
Li gorî agahiyên Serokê Tora Şemsê ya Çavdêriya Hilbijartinan Hogir Çeto, 309 binpêkirin di sê hefteyên propagandeyê de hatine tomarkirin.
Li gorî Îraqê, binpêkirin li Herêma Kurdistanê pir kêmtir in.
3 şaxên Komîsyonê yên li parêzgehan amar dane Rûdawê ku di 3 hefteyan de tenê 45 binpêkirin hatine tomarkirin.
Binpêkirin herî zêde li Hewlêrê bûne û li Dihokê ti binpêkirinek nehatiye tomarkirin.
Li Herêma Kurdistanê binpêkirin gelekî kêm in lê ji bo Kurdan ji wê girîngtir bilindbûna dengên wan li wan deverên ku tê de rikberiya Sunî û Şîeyan heye, bi taybetî li Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyaleyê.
Ji bo ku dengê Kurdan jî winda nebe, partiyên Kurdistanî daxwaza vegera wan kesên ku piştî 2017an koçber bûne dikin.
Bi vî awayî, Şîe xema aliyê serketî û "mezin" ê hilbijartinan dixwin, Sunî perçe û bi nakokî û tawanbarkirina hevdu mijûl in, Kurd jî çavên wan li zêdekirina nûnerên xwe yên li deverên nakokî li ser in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse