Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê biryar da ku Fermandarê Hêzên Esmanî yên Îraqê, efserê Kurd Lîwa Şebab Zengene malnişîn bike û li şûna wî fermandarê Ereb, Lîwa Muhened Esedî tayîn bike.
Erkê fermandarê Kurd Şehab Zengene bi dawî bû îro bi awayekî fermî erkê radestî fermandarê Ereb Muhened Esedî kir.
Zengene, berê li gorî biryara "malnişîniyê" ya ku di biryarnameyê de hatibû diyarkirin, ji postê xwe hatibû dûrxistin.
Tevî peymanê, dema erkê wî nehat dirêjkirin
Li gorî zanyariyên çavkaniyeke ji nav Hêzên Esmanî yên Îraqê, berê meylek hebû ku dema erkdariya fermandarê Kurd Zengene were dirêjkirin.
Heman çavkaniyê her wiha got, “Di nav artêşa Îraqê de ev meqam ji Kurdan re û bi giştî ji kesên nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dihat dayîn.
Lê belê vê carê hikûmetê, bêyî ku lihevkirinan li ber çavan bigire, ev guhertin kir.”
“Di hin postên payebilind de muameleya cuda tê kirin”
Heman çavkaniyê da zanîn ku, tevî ku dema malnişîniya hinek berpirsên pilebilind ên Îraqê hatiye jî, li ser bingeha lihevkirinên siyasî li ser postên xwe têne hiştin lê belê ji bo Şebab Zengene ev rê nehat tercîhkirin.
Şebab Zengeneyê ku di sala 1962yan de ji dayik bûye, ji sala 2020î ve erka Fermandariya Hêzên Esmanî yên Îraqê bi rê ve dibir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse