Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksunê ya Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, di nav tunelê de du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Goksun û Mereşê di nav tunela Aşik Mahsunî Şerîf de otomobîla ku şofêrê wê Abdullah K. bû û otomobîla ku şofêrê wê Salman K. bû li hev qelibîn.
Hat zanîn ku di encama bûyerê de 7 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
7 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Goksunê hatin kirin
Ji ber bûyerê çûn û hatina li aliyekî rê rawestiya û piştî rakirina otomobîlan çûn û hatin dîsa asayî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse