Hewlêr (Rûdaw) - Encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê hat eşkerekirin.
Konferans bi serperiştiya ENKS û PYNKyê bi beşdariya 400 delegeyan li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Gelek partî û rêxistinên Kurdan peyamên piştgiriyê ji konferansê re şandin.
Encamname ji aliyê Endama Lijneya Serokatiyê ya PYDyê Fewza Yûsif û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl ve hat xwendin.
Li gorî encamnameyê, “Biryar hatiye dayîn ku şandeyeke hevbeş di dema herî nêzîk de were pêkanîn.”
Hinek xalên encamnameyê wiha ne:
“Divê mafên Kurdan ên neteweyî di destûra Sûriyeyê de hebin.
Divê maf û azadî bên parastin.
Rola jinan dê zêdetir bibe.
Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.
Divê Sûriye dewleteke pirreng be.
Êdî nêrîneke Kurdan a hevbeş heye.
Ev nêrîna hevbeş dê bibe bingeha diyaloga niştimanî.
Nerîna me ya hevbeş ji bo çareseriyeke dadmend a ji bo Kurdan a li Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ye.”
Metnê encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
"Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê 26ê Nîsanê 2025an li bajarê Qamişloyê piştî diyalogên demdirêj û hewldanên spasdar ji heval û birayên me ve, bi beşdariya partiyên Kurdî, rêxistinên civaka sivîl, tevgera jinan, rêxistinên jinan û çalakvanên civaka Kurd ên serbixwe ji herêmên cuda yên Kurdî li Sûriyeyê, bi armanca pejirandina dîtineke yekgirtî ya Kurdî li ser avakirina Sûriyeyeke nû û beşdarbûna di teşedayîna pêşeroja wê û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, di vê qonaxa girîng a dîroka Sûriyeyê de, piştî rûxandina rejîma zordar a li Şamê (8ê Kanûna Pêşîn a 2024an), vê rejîma ku azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê yên neteweyî, olî û civakî bin pê kirin û welat li seranserê erdnîgariya Sûriyeyê wêran kir û bi milyonan ji gelê wê kuştin, koçber û penaber kirin û her çend gelê Sûriyeyê ji bo rûxîna wê rejîmê û bidawîkirina zordariya wê û bidestxistina azadî û rûmeta xwe qurbanî pêşkêş kirin, gelê Kurd li Sûriyeyê jî di rûbirûbûna wê rejîmê de gelek qurbaniyên mezin û bi hezaran şehîd dan.
Gelê Kurd bi dehan salan têkoşiya da ku zordariya neteweyî ji ser xwe rake û mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe, her dem têkoşîna xwe ya neteweyî bi têkoşîna xwe ya nîştimanî ve girê da, ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a piralî li Sûriyeyê.
Li ser bingeha berpirsyariya dîrokî û bersivdayîna pêdiviyên qonaxa niha, avakirina dîtineke siyasî ya hevbeş a Kurdî ku îradeyeke kolektîv û projeyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadmend ji bo pirsgirêka Kurdî li Sûriyeyê wek dewleteke demokratîk û nenavendî nîşan bide.
Beşdaran dîtina hevbeş a Kurdî ya ku ji konferansê re hat pêşkêşkirin, wek belgeyeke damezirîner ku îradeyeke kolektîv diyar dike û nêzîkatiyeke rastîn ji bo çareseriyeke dadperwer û berfireh ji bo pirsgirêka Kurd di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de, bi nasnameya xwe ya piretnîk, pirolî û pirçandî û pirneteweyî ku destûra wê mafên neteweyî yên gelê Kurd garantî dike, pabendî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên mafên mirovan e, azadî û mafên jinan diparêze û dihêle ku ew bi bandor beşdarî hemû saziyên siyasî, civakî û leşkerî bibin pejirand.
Bi pejirandina vê dîtina hevbeş a Kurdan, konferans daxwaza pejirandina wê wek bingeheke ji bo diyaloga neteweyî dike, çi di navbera hêzên siyasî yên Kurd bi xwe de be, çi jî di navbera wan û rêveberiya nû ya li Şamê û hemû hêzên din ên neteweyî yên Sûriyeyê de be.
Ew beşdarî avakirina Sûriyeyeke nû dibe ku hemû gelê xwe di nava xwe de bigire, bêyî ku yek ji pêkhateyên wê ji holê rake yan jî paşguh bike, dûrî zîhniyeta yekalî di raman û pratîkê de û ku rûmet û mafên wan bi destûrî bêyî tu cure cudakariyê biparêze û Sûriye rêzê li têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî bigire û faktoreke aramî û ewlehiyê li herêmê be.
Di encamê de, konferansê biryar da ku di zûtirîn demê de şandeyeke hevbeş a Kurdî ava bibe da ku li ser bingeha pêkanîna vê dîtinê ji bo rastiyeke siyasî bixebite û bi aliyên pêwendîdar re dan û standinê bike û diyalogê bike da ku bigihêje naveroka wê û mîsoger bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse