Çemçemal 80 sal in ji ber kêmaviyê dinale

27-05-2025
RÛDAW
Wêne û vîdeo: Rûdaw
Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çemçemal Kêmavî Projeya Goptepe - Çemçemalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi bilindbûna pileyan germê re carekê din krîza kêmaviyê li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê serî hildaye û xelk neçar kiriye ku bi tankêran avê bikire.

Xelk ji bo dabînkirina avê yan bi tankêran avê dikire yan jî bi saetan li ber kaniyan dora avê disekine.

Li hinek taxan di 2 mehekê de tenê du caran av tê, çareseriya vê pirsgirêka 80 salî jî encax bi projeya ava Goptepe-Çemçemalê mumkin e.

Proje niha ji ber nebûna pereyan rawestiyaye lê li gorî planê karên projeyê dê 1ê Hezîranê dîsa dest pê bikin.

“Ez 3 saetan li dora avê dimînim”

Xelk ji ber bi sedema kêmaviyê ji bo dagirtina 5 lître bîdonekî avê 3 saetan dora kaniyê digirin.

Diyar Bekir yek ji wan kesan e ku 3 saetan li ser kaniyê di dora avê de maye.  

Diyar li ser pirsgirêka avê ya navçeyê ji Rûdawê re got, "Em nizanin 10 rojan, 15 rojan yan 20 rojan carekê av tê, ji ber vê em neçar in wekî derman avê bi kar bînin."

Niştecihekî din eşkere kir ku 11 roj in av negihîştiye mala wî û ew jî neçar bûye, here cem mala bavê xwe.

Xelk her tankêreka avê bi 15 hezar dînaran dikire.

Welatiyekî berê daxwazên xwe da berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û got, "Rewşa Çemçemalê zehfî xerab e, ji kerema xwe re ji bo me vê pirsgirêkê çareser bikin."

Li aliyê din, xwediyên tankêrên avê jî behsa zêdebûna daxwaza li ser avê dikin.

Nexat Xurşîd, xwediyê tankêra avê ye û wî jî li ser daxwaza xelkê ya avê wiha got:

"Gelek neheqî li Çemçemalê hatiye kirin divê hemû alî hewla çareseriya vê pirsgirêkê bidin.”

“Kêmaviyê em perîşan kirine”

Îsmaîl Sengawî jî şofêrê otobûsê ye, dema wî tîma Rûdawê dît yekser hat û ji mîkrofona Rûdawê re got:

"Bêaviyê em perîşan kirine, hîn havîn nehatiye lê min 3 caran min av standiye."

Çareseriya bingehîn, projeya stratejîk a ava Goptepe-Çemçemalê ye lê heta niha ji sedî 7ê wê temam bûye û ji ber terxannekirina bûdceyê karên wê demekê rawestiyane.

Proje dê dîsa dest pê bike

Li gorî agahiyên Rûdawê, 5 milyar dînar ketiye ser hesabê kompanyaya ku projeyê bi rê ve dibe û dê ji 1ê Hezîranê ve proje dîsa dest pê bike.

Birêvebirê Fermangeha Endezyariyê Heyder Mihemed li ser projeyê ji Rûdawê re got:

"114 milyar dînar mesrefa projeyê çêbûye û mehane herî kêm pêwîstî bi 5 milyar dînaran heye.

Her derengmayîneke di dayîna pereyan de dema temambûna projeyê bi paş de dixe."

Nêzîkî 80 salan e  Çemçemal li benda çareseriya pirsgirêka avê ye û tenê di heşt salên borî de qaymeqamê navçeyê nêzîkî 100 nameyan ji aliyên pêwendîdar re şandine.

Niha tenê hêviya şêniyan ew e ku projeya ava Goptepe-Çemçemalê ye lê hîn ne diyar e gelo bûdceya pêwîst dê bi awayekî berdewam were terxankirin da ku di dema diyarkirî de biqede, yan dê çarenivîsa wê wekî mehên borî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst