Bi taybetî piştî ku Rûsyayê ji bo êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê “lembeya kesk” vêxist û Amerîkayê jî bêyî ku ligel hêzên kurdî bişêwire, li gel Tirkiyê ji bo Minbicê nexşerêyek amade kir, PYD zêdetir nêzîkî rêveberiya Şamê dibe. Ev di demekê de ye, ku hêzên rejîma Sûriyê di dema êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê hevkariyeke remzî pêşkeşî YPGê kiribûn.
Di destpêka meha Hezîrana îsal, hikûmeta Sûriyê ji bo danûstandinên li gel PYDê şandek virêkir Rojavayê Kurdistanê. Çavkaniyeke agahdar û berpirs, ku bi mercê eşkerenekirina navê xwe ji malpera El-Monitor re ragihandiye, ku ew wan aliyên li pey parçekirina Sûriyê de ne, piştguhd ixin û li hêviya wê yekê ne ka bizanin di heybe an ku tûrikê Şamê de ji bo wan çi heye.
Êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê û herwiha rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya li ser Minbicê, pêgeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bêhêz kiriye.
Berpirsên Amerîka û Tirkiyê li ser nexşerêya Minbicê de daxuyaniyên nakok didin û herwiha encamên wê yê pratîkî hêj ne diyar in lê Amerîkayê bêyî beşdarkirina YPGê ev pêngav avêt. Ji lewra heta niha jî çarenivîsa Encûmena Leşkerî ya Minbicê ne diyar e, ku ev encûmen di bin kontrola hêzên Rojavayê Kurdistanê de ye.
Hevserokê Tevgera Demokratîk (DEV-DEM) aldar Xelîl jî li El-Monîtor re ragihandiye, “PYG ji Minbicê derketiye. Encûmena Leşkerî ya Minbicê bajêr diparêze û nûnertiya xelkê herêmê dike. Em bawer nakin Amerîka vê hevpeymaniyê hilweşîne û ev tenê propagandaya Erdogan e.”
Tirkiye dibêje Encûmena Leşkerî ya Minbicê di destê YPGê de ye
Bi nêrîna Aldar Xelîl, zehmet e Tirkiye tişta ku li Efrînê kiriye bikare li Minbicê jî dubare bike. Bi gotina Xelîl, “aboriya Tirkiyê rê nade vê yekê.” Herwiha dibêje: “Li Efrînê Rûsan alîkarî didan Tirkiyê lê li Minbicê Rûs ne desthilat in. Ji bilî vê yekê jî hêzên hikûmeta Sûriyê dikarin bikevin Minbicê.”
Berpirsê kurd diyar dike, “Her çend danûstandinên li gel Şamê ber bi pêş ve jî diçin lê hêzên rejîmê dikarin werin nav Minbicê.”
Şamê du rê danîne pêşiya HSDê
Hikûmeta Beşar Esed beriya niha du rê danîbûne pêşiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Rêya yekemîn danûstandin bû û ya duyemîn jî eger danûstandin bêencam man, bi hêza leşkerî destbiserdegirtina navçeyên bin kontrola HSDê de bû.
Di vir de pirs ev e, gelo hêzên Kurdî çawa reftarê li gel van daxuyaniyên tund dikin?
Her çiqas Aldar Xellîl di wê baweriyê de nîne ku danûstandinên li gel rejîma Sûriyê ne li ser bingeha piştguhxistina projeya otonomiya Rojavayê Kurdistanê ye lê balê dikişe ser wê yekê, ku şert û merc hatine guhertin.
Ji lewra Xelîl dibêje: “Dema wê yekê hatiye li gel Şamê çareseriyekî peyda bikin.” Mebesta Xelîl ya ji bo “guherîne şert û mercan” ew guhetin in ku ji destpêka îsal ve çêbûne.
Destpêka meha Hezîranê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku bi fermî ti danûstandinek li gel hêzên Kurd nehatiye kirin.
Mûelîm got: “Eger we rastî bivê hêj me (li gel HSDê) dest bi danûstanan nekiriye. Hêj me bijardeyên xwe nedanîne hember hev. Peywendiyên me hene lê me li ser siberojê gotûbêj nekiriye. Em heta niha jî wan (wate hêzên Kurdî) weke hemwelatiyên Sûriyê dibînin, ku wek me ew jî di xema paşeroja welat de ne.”
Di sê salên borî de kontrol û birêvebirina şerê navxwe yê Sûriyê bi temamî ketiye destê hêzên navdewletî û hemû tişt li derveyî xaka Sûriyê tê arastekirin.
Aldar Xelîl dide xuyakirin: “Êdî dema wî hatiye Sûriyeyî di nava xwe de rêbikevin. Ji ber ku hêzên derve xwedî plan û armancên cuda ne.”
Xelîl herwiha dibêje: “Çima em nekarin di nav xwe de çareseriyekî peyda nekin? Me ji şanda hikûmet3e re gotiye em amade ne. Karvedana Esed, Mûelîm û şêwirmendê Esed jî erênî bûn.”
Erebên Sûnnî yên HSDê çawa nêzîk dibin?
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di sala 2015ê de bi pêşengiya YPGê hate damezrandin û ji şervanên Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tê.
Di 3 salên borî de giraniya şer li ser pişta hêzên Kurdî yên nav HSDê dihate meşandin. Lê niha Amerîka dixwaze hêzên Ereb ên nav HSDê pêş bixe.
Pirsek jî ew e, ku gelo hêzên Erebên Sunnî yên nav HSDê li hev nêzîkbûna PYD û hikûmeta Sûriyê çawa dibînin?
Aldar Xelîl amaje bi wê yekê dike, ku li ser mijara Minbic û Dêre Zorê li gel Amerîkayê danûstandinan dikin û dibêje: “Lê me ji amerîkiyan behsa guftûgoya di navbera xwe û Şamê de nekiriye. Ji ber ku ev yek biryara me bi xwe ye.”
Hevserokê TEV-DEMê red dike, ku destê wan di danûstaninên li gel rejîma Sûriyê de lawaz bin û destnîşan dike ku ew naxwazin vê gavê behsa “xetên xwe yên sor” bikin.
Xelîl diyar dike: “Ka em li hêviya destpêkirina danûstandinan bin û bizanin ka çi tê axaftin, paşî em ê behsa şert û mercên xwe bikin. Em hertim dibêjin, ku divê Sûriye welatekî demokratîk be û rêzê li ziman û namsnameya gelên xwe bigre.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse