Hevserokê PYDyê: Tirkiye Peymana 10ê Adarê asteng dike

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xerîb Hiso PYD Rojavayê Kurdistanê HSD Sûriye Tirkiye Peymana 10ê Adarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ragihand ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê di salekê de bawerî nedaye gel û diyar kir ku Tirkiye rê li ber bicihanîna Peymana 10ê Adarê digire.

Hevserokê Giştî yê PYDyê Xerîb Hiso derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê, Peymana 10ê Adarê û gefên rayedarên Tirkiyeyê de ji ajansa ANFyê re axivî.

Hiso bal kişand ser performansa Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û diyar kir ku îradeya gel li ber çavan nehatiye girtin.

Xerîb Hiso got, “Sûriye welatekî yeknetew û yekol nîne. Gelek çand û pêkhate hene lê ev hatin înkarkirin.

Hikûmeta Veguhêz şopa rejîma Beasê dişopîne. Komên çete yên wekî DAIŞê ber bi dawîbûnê ve diçûn lê xwe nû kir, niha di nava hikûmetê de ne.”

“Pirsgirêk li Şamê ye”

Xerîb Hiso destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de Peymana 10ê Adarê hatibû îmzekirin û wiha berdewam kir:

“Dema mijar dibû Sûriye, hemû hêzên herêmî û navneteweyî bal dikişand ser peymanê.

Peyman çareseriyeke demokratîk û modeleke nû pêş dixe. Di xala yekemîn de hemû pêkhateyan bi nav dike û (Ehmed) Şer jî îmze kiriye.

Lê li ser erdê ev neketiye meriyetê. Pirsgirêk li Şamê ye, dema dor tê pêkanîna wê, paş de gav diavêjin, pêdiviyên peymanê pêk nayînin.”

“Tirkiye Sûriyeyê wekî parêzgeheke xwe dibîne”

Hevserokê PYDyê da zanîn ku ew ji bo çareseriyê amade ne, şandeyên wan ji bo pêkanîna hemû madeyên peymanê hazir in lê Tirkiye astengiyan derdixe.

Hiso got, “Tirkiye pêşiya pêkanîna Peymana 10ê Adarê digire. Sûriyeyê wekî parêzgeheke xwe dibîne” û wiha pê de çû:

“Tirkiye her tim dibêje ‘em dê HSDyê bêçek bikin’. Ev merhele derbas bû. HSD bi Şamê re gihişte astekê.

Hemû derdoran erênî nirxand lê niha ji aliyê Şamê ve sekinî ye. Li gorî min Şam û Tirkiye nahêlin peyman bikeve pratîkê.”

Xerîb Hiso bal kişand ser gefên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û got:

“Êrişî îradeya me dikin. Komên cur bi cur sor dikin û bi ser me de dişînin. Li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç heye.

Kiryarên herî xirab li Efrîn û Serê Kaniyê tên kirin da ku penaber venegerin.”

“Siyaseta Tirkiyeyê ji bo pêvajoya nû metirsîdar e”

Hiso bi bîr xist ku Tirkiye di nava pêvajoyeke nû ya hewldanên aştiyê de ye û amaje bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir.

Hevserokê PYDyê diyar kir ku ev bang devjêberdana ji navendîbûn, şer û înkarê ye û got:

“Tirkiye jî ketiye nava vê pêvajoyê, çareseriyê nîqaş dike. Em jî piştgiriyê didin û hêvî dikin bimeşe.

Lê siyaseta ku li Sûriyeyê dimeşîne, ji bo vê pêvajoyê metirsiyeke mezin e.”

“Divê destûra Sûriyeyê were guhertin”

Xerîb Hiso destnîşan kir ku eger Şam xwe amade bike, dê bipêşketinên mezin çêbibin û got:

“Ji bo çareseriyeke rastîn û pêkanîna Peymana 10ê Adarê, divê pêşî destûra Sûriyeyê were guhertin.”

Hiso anî zimên ku HSD ji Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Êzidî û Xiristiyanan pêk tê û çavê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li vê modelê ye.

Hevserokê PYDyê got ku Tirkiye ji belavbûna vê modela demokratîk ditirse û wiha pê de çû:

“Bi hilweşîna rejîmê re Tirkiyeyê li Sûriyeyê kontroleke leşkerî ava kiriye.

Ev rewşeke dagirkeriyê ya eşkere ye; Serê Kaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablûs û Efrîn di bin kontrola Tirkiyeyê de ne.

Eger bi rastî aştî û peyman tê xwestin, divê Tirkiye ji axa Sûriyeyê vekişe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst