SINE - Jîngehparêzekî din ê ku di şewata Çiyayê Awyerê de birîndar bûbû mir

28-07-2025
RÛDAW
Şewateke Daristanê /Wêne: Arşîv
Şewateke Daristanê /Wêne: Arşîv
Nîşan Sine Jîngehparêz Mirin Hemîd Muradî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Jîngehdostên Zagrosê ragihand, jîngehparêzekî din ê ku di şewata çar roj berê ya Çiyayê Awyerê yê Sîneyê de bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Li gorî Rêxistina Jîngehdostên Zagrosê, Çiyako Yûsifnejad ê ku yek ji wan jîngehparêzan bû ku beşdarî vemirandina şewata daristanên Çiyayê Awyerê yê Sîneyê bûbû û bi giranî birîndar bûbû, vê şevê li Nexweşxaneya Kewserê ya bajarê Sîneyê canê xwe ji dest da.

Ev dibe duyemîn jîngehparêz ku di bûyera şewata daristanên Çiyayê Awyerê yê Sîneyê de canê xwe ji dest dide.

Jîngehparêz Hemîd Muradî, parêzer û berpirsê Meclisa Şineya Newjîn a Kurdistanê ku di bûyerê de birîndar bûbû û ji bo çareseriyê li Nexweşxaneya Kewserê ya Sîneyê dihat dermankirin, 25ê Tîrmehê ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest dabû.

24ê Tîrmeha 2025an şewateke berfireh li Çiyayê Awyerê yê Sîneyê derket û di encamê de zêdetirî 150 hektar daristan û erdê pûş û giya şewitî.

Şewatê saet 12 û nîvê nîvroya pêncşemê dest pê kir û heta êvarê bi hewldanên jîngehparêzên xwebexş û tîmên berevaniya sivîl ên Sîneyê hat kontrolkirin lê 8 jîngehparêz birîndar bûn ku birîna şeş kesan ji wan giran bû.

Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Siruştî yê Parêzgeha Sîneyê Behzad Şerîfîpûr wê demê ragihandibû, ji ber ku ji nişka ve aliyê bayê guheriye, komek jîngehparêz ketine nav dorpêça agir û 8 kesan zerer dîtiye.

Heta niha sedema derketina şewata daristanên Çiyayê Awiyerê yê bajarê Sîneyê nehatiye ragihandin.

Ji sala 2018an ve 9 jîngehparêzan di dema vemirandina şewatên daristanan de li Mêrîwan, Pawe, Kamyaran û Sîneyê mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst