Dêrsimiyên li xerîbiyê Çemê Munzûrê dikin wekî peravên deryayê

27-07-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Perava Çemê Munzûrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Perava Çemê Munzûrê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Çemê Munzûrê Dêrsim Havîn Betlane
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Dêrsimiyên ku li welatên cuda yên cîhanê dijîn bi hatina havînê re ji bo betlaneyê berê xwe didin warê bav û kalên xwe.

Peravên Çemê Munzûrê bi wan geş dibin û jin û mêr, zarok û mezin di ava Munzûrê de xwe hênik dikin û dîmenên wekî seyrangehên li ber Deryaya Spî diafirînin.

Dêrsimiyên ku bi salan e ji welatê xwe dûr in, bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin vedigerin axa xwe.

Asmîna ku ji Stenbolê hatiye, yek ji wan e û bi kelecan dibêje, "Navê min Asmîn e. Ez ji Stenbolê hatime. Ji Dêrsimê gelekî hez dikim."

Dêrsimiyên ku ji bo bêhnvedanê vegeriyane warê xwe, kêfxweşiya xwe ya ji bo vegera li welatê xwe tînin zimên û dibêjin ku ew Dêrsimê bi ti cihê cîhanê naguherin.

“Ji bo her tiştê vê derê têm”

Gulender Karadumana ku ji Fransayê hatiye got, "Ez her sal têm. Ji bo Munzûrê têm, ji bo ax û kevirê vê derê têm.

Ji bo her tiştê vê derê têm. Em hatine bêhvedanê. Zarokan tînim vê derê."

“Ev der welatê min e, axa min e”

Kemal Kilinçê ku ji Stenbolê hatiye, hestên xwe wiha anîn zimên:

"Ez ji Stenbolê têm. Ez her sal têm vê derê. Mala me li vir heye. Ez li vir hatime dinyayê.

Heta 15 saliya xwe jî li vir bûme. Ev der welatê min e, axa min e. Ji av û hewa û muzîka wê, ji her tiştê vê derê hez dikim, pir li xweşiya min diçe."

Ozlema ku ji Almanyayê hatiye biland, "Ez ji Almanyayê, ji Bremenê hatime. Ji bo betlaneyê hatime vir. Ev zarokên min in. Xwişka min, xwarziya min, malbata min, em hemû hatine."

Îsmaîl Ote Kivilcimê ku ji Swêdê hatiye diyar kir, "Ez her sal têm welatê xwe û diçim. Ez ji derve têm.

Ji Swêdê têm, li Stockholmê dimînim. Hatime li vir dikevim avê. Ava vir sar e, xweş e, rindik e."

“Ez ji welatê xwe hez dikim”

Fîkrîyeya ku ji Almanyayê jî hatiye wiha axivî:

"Ez ji Almanyayê hatime. Her sal ji xwe re têm welatê xwe. Têm Munzûra xwe. Ez ji welatê xwe hez dikim û her sal jî têm."

Li seranserê peravên Çemê Munzûrê gelek seyrangeh û xwaringeh hatine vekirin û debara xwediyên van cihan bi giranî li ser pişta Dêrsimiyên ji Diasporayê ye.

Emrah Erê ku midûrê xwaringehekê balê kişand ser girîngiya aborî û destnîşan kir:

"Qezenca vê derê çi qas diçe dikeve. Ji ber ku xelk nikare debara xwe bike, bi ya min bi milet re pere nemaye.

Li derveyî qeweta şêniyên Dêrsimê ye. Debara me hemû li ser pişta Dêrsimiyên li Ewropayê ye."

Lê belê esnaf diyar dikin ku îsal li gorî par hejmara kesên ku ji Diasporayê hatine Dêrsimê kêmtir e û sedema vê yekê jî bi bihabûna zêde ya li bajêr ve girê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst