DÊRSIM - Hingivê Munzûrê li Londonê madalyaya zêrîn wergirt

01-08-2025
Ali Haydar Gozlu
Mêşvanên Dêrsimê\ Wêne û Vîdeo:  Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Mêşvanên Dêrsimê\ Wêne û Vîdeo: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw
Nîşan Dêrsim Munzûr Hingivê Dêrsimê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hingivê Munzûrê yê bi markeya "Îksor" tê firotin, di Pêşbirka Navneteweyî ya Xelatên Hingiv a Londonê de di kategoriya kalîteyê de madalyaya zêrîn wergirt.

Ji 20 welatan nêzîkî 280 cureyên hingiv beşdarî pêşbirkê bûn û hingivê Dêrsimê bi ser ket.

Vê xelatê hem nirxê markeya bajêr bilind kir hem jî hilberîner û xelkê herêmê kêfxweş kir.

Xwediyê Hingivê Îksorê Dogan Çelik li ser serkeftina markeya xwe got, "Derfeta me çêbû ku em bi hingivê Dêrsimê beşdarî vê pêşbirkê bibin.

Hingivê me ji aliyê jûriyê ve di warê kalîte, reng û teşeyê de hat nirxandin û me madalyaya zêrîn bi dest xist. Ji ber vê yekê em gelekî kêfxweş in."

"Keda mêşvanên me diyar bû"

Herêma Dêrsimê ji ber xwezaya xwe ya dewlemend û nebatên endemîk yek ji navendên girîng ên mêşvaniya hingiv e.

Li navçeyên wekî Xozat, Pilûr, Qisle, Pilemûriye û Çemişgezekê, li zozanên ku bilindahiya wan digihîje 2 hezar û 500 metreyî, 750 hilberîner bi 80 hezar kewaran hingivê Munzûrê hildiberînin.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên Dêrsimê Kazim Dogan jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Hingivê me li Londonê hat xelatkirin.

Hilberînerên hingiv û yên di vê qadê de kar dikin bi vê xelatê gelekî kêfxweş bûn.

Bi vî awayî keda wan diyar bû. Xelata me li 750 hilberînerên me û li xelkê me pîroz be."

Hingivê Munzûrê li bazarên Tirkiyê û Bakurê Kurditanê gelekî bi nav û deng e û her sal ji bo gelek welatên cîhanê, bi taybetî jî ji bo welatên Ewropayê tê hinardekirin.

Analîzên li ser hingivê Munzurê encamên balkêş derxistine holê. Di vî hingivî de 13 cureyên nû yên polenan hatine dîtin û rêjeya polenên wî sê caran ji standardan zêdetir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst