Baroyan bangî TFFyê kir: 'Ji şaşiya xwe vegerin û lêborînê bixwazin'

27-09-2025
RÛDAW
Nîşan Baroyên Bakurê Kurdistanê Amedspor Kurdî TFF
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 16 baroyên Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da ku ji ber dirûşma Kurdî ya li ser formayê 110 hezar lîre ceza li Amedsporê birî.

Baroyan diyar kir ku biryar zererê dide aştiya civakî û bangî TFFyê kir ku demildest ji vê şaşiyê vegere û ji raya giştî lêborînê bixwaze.

Di daxuyaniya hevpar a 27ê Îlona 2025an de, bi awayekî tund hat rexnekirin ku Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê formayeke Amedsporê ya ku berê erê kiribû, bi hinceta dirûşma Kurdî ya li ser, ceza kiriye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev biryar ne tenê klûbeke sporê, di heman demê de zimanê dayikê yê bi milyonan welatiyên Kurd jî dike hedef û li dijî prensîba welatîbûna wekhev e.

"Aştiya civakî xera dike"

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku her ziman nasnameya gelekî ye û her zimanê dayikê pîroz e û hat gotin:

"Nêzîkatiyên qedexekar û cezaker ên li ser zimanê dayikê zererê didin aştiya civakî, zirarê didin wekhevî û îradeya pêkvejiyanê."

Baroyan diyar kir ku di demekê de ku li Tirkiyeyê mijarên wekî demokratîkbûn û avakirina aştiyê tên nîqaşkirin, ev ceza pêvajoyê têk dide û zererê dide zemîna lihevkirina civakî.

Hat hişyarkirin ku divê spor ji bo aştiya civakî bibe alîkar, lê bi biryarên bi vî rengî dubendiyê kûrtir dike.

"Ewlehiya hiqûqî hat piştguhkirin"

Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara TFFyê ya cezakirina formayeke ku berê erê kiribû, "biryareke ku ewlehiya hiqûqî piştguh dike û bêtehamuliyê nîşan dide" ye û ev nêrîn hat parvekirin:

"Ev biryar, ne tenê li dijî klûbeke sporê, di heman demê de êrişeke li dijî ziman û hebûna çandî ya bi milyonan welatiyên Kurd e."

Di dawiya daxuyaniyê de baroyan ragihand ku ew li dijî her cure nêzîkatiyên qedexekar û cezadarkirinê yên li ser zimanê dayikê ne û bang kir ku divê TFF demildest ji vê biryara xwe ya şaş vegere û ji raya giştî lêborînê bixwaze.

Baroyên ku daxuyanî îmze kirine:

Baroya Semsûrê

Baroya Agiriyê

Baroya Êlihê

Baroya Çewlîgê

Baroya Bedlîsê

Baroya Dêrsimê

Baroya Amedê

Baroya Colemêrgê

Baroya Îdirê

Baroya Qersê

Baroya Mêrdînê

Baroya Mûşê

Baroya Sêrtê

Baroya Rihayê

Baroya Şirnexê

Baroya Wanê

Çi bûbû?

Lîstikvanên Amedsporê di maça 14ê Îlona 2025an a li hemberî Pendiksporê formayên ku logoya sponsora wan a nû li ser bû li xwe kiribûn. Li binê logoyê dirûşma "Koma me bona we" cih girtibû.

TFFyê erê kiribû ku ev gotina Kurdî li ser formayê be.

Ev yek di lîgên profesyonel ên futbolê yên Tirkiyeyê de cara yekem bû ku TFFyê formayeke bi nivîsa Kurdî erê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst