GUNSIAD: Divê Komîsyon guh bide Ocalan

27-09-2025
RÛDAW
Nîşan GUNSIAD Şahîsmaîl Bedîrhanoglu Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrê Rojhilat (GUNSİAD) Şahismail Bedirhanoglu ragihand, divê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê guh bide Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrrojhilat (GUNSİAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu û endamên birêvebiriyê îro li Amedê bi rojnamegeran re civiyan û li ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurd axivîn.

Bedirhanoglu got, "Ez naxwazim li ser wê yekê bifikirim ku ev pêvajo careke din têk biçe.

Serokê Parlamentoyê û endamên komîsyonê hewl didin. Axir, demeke zêde dixebitin.

Em hemû beşên pir cûda yên civakê li ser televîzyonê temaşe dikin.

Ew ji her alî mirovan vedixwînin û bi vî rengî derfetê didin wan ku ramanên xwe bînin ziman.”

Bedirhanoglu dibêje, gef û rîska herî mezin a li ser pêvajoya çareseriya pirsa Kurd geşedanên li Sûriyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst