Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê da zanîn ku wî serdana parêzgarê bajarê Guernicayê kiriye û wan biryar daye ku ew bajar û bajarê Helebceyê bibin destbirak.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Spanyayê Darewan Hacî Hemîd li ser miarê ji Rûdawê reaxivî.
Hacî Hemîd got, “Ji bo temamkirina karên destbirakbûna Helebce û bajarê Guernicayê, min doh serdana Parêzgara Guernicayê Maria Goronioyê kir û em civiyan.”
Darewan Hacî Hamîd anî ziman ku Parêzgara Guernicayê di civînê de gotiye:
“Piştî nirxandineke hûr a endamên meclisa me, me biryar da ku em bi we re kar bikin da ku her du bajar (Helebce û Guernica) bibin destbirak hev.”
Kîmyabarana Helebceyê û bombebarana Guernicayê
Nûnerê Herêma Kurdistanê Darewan Hacî Hamîd her wiha got:
“Ji bo temamkirina karan, li gorî biryarê ji bo salvegera kîmyabarana Helebceyê, Parêzgara Guernicayê serdana Herêma Kurdistanê bike û li wir jî Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih vexwîne Spanyayê, da ku di salvegera bombebarana bajarê Guernicayê de 26 Nîsana 2026an de peymana destbirakiyê îmze bikin.”
Darewan Hacî Hamîd bal kişand ser girîngiya destbirakbûnê ji bo Helebceyê û got:
“Piştî peymanê dê karê hevbeş dest pê bike û di warên wekî kompanya, bazirganî, werziş, geştyarî, çand û heta derfetên kar de dê hevahengî hebe û Helebce dikare jê sûdê wergire.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, "Eger her du bajar bi peymana destbirakiyê pabend bin, bêguman ev dê ne tenê peymaneke li ser navan be û dê ji her alî ve sûdê bigihîne her du bajaran."
Wî her wiha amaje pê kir ku wan daxwaz kiriye wekî bajarekî sembola qurbanîdanê, li wî bajarê Spanyayê parkek bi navê Helebceyê were vekirin.
Kîmyabarana Helebceyê
16ê Adara 1988an bi fermana serokkomarê berê yê Îraqê Sedam Husên ji asman bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê de hatin berdan.
Di vê komkujiya giran de herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest da, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Bombebarana Guernica
Bombebarana Guernica (26ê Nîsana 1937an), di dema Şerê Navxweyî yê Spanyayê de êrişeke asmanî bû ku li dijî bajarê Baskî yê Guernica hat kirin û bû sedema wêraniyek berfireh û mirina gelek sivîlan.
Êriş ji aliyê balafirên "Lejyona Condor" a girêdayî Hêzên Esmanê yên Almanyayê (Luftwaffe) û "Aviazione Legionaria" (Hêzên Hewayî yên Lejyoner) ên girêdayî birêvebiriya faşîst a Îtalyayê ve hatibû kirin û navê leşkerî yê operasyonê "Operasyona Rugen" bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse