Asayîşê li ser şewata li ofîsa ENKSyê daxuyaniyek belav kir

27-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sergey Lavrov Hinartina Petrolê Petrola Kurdistanê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê Ofîsa ENKSyê Amûdê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) encamên lêkolîna derbarê şewata li ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) de eşkere kirin.

Asayîşê ragihand ku şewat ji ber pirsgirêkeke elektrîkê derketiye û ti delîlên ku nîşan bidin bi qesdî hatiye şewitandin tunin.

25ê Îlonê ofîsa Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ya Amûdê şewitîbû.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî lêkolîneke meydanî û teknîkî, hatiye piştrastkirin ku îhtimala destwerdaneke derve tune ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hat dîtin ku gihîştina nivîsgehê ji derve ve ji ber cihê wê ku li ser kolanek sereke ye û ji sê aliyan ve ji hêla malên derdorê ve girtî ye, bi rastî ne pêkan bû.

Ev yek îhtîmala ku kesek bi mebesta xerakirin an şewitandinê ketiye nivîsgehê bi tevahî ji holê radike."

"Agir ji ber kontakeke elektrîkê derketiye"

Li gorî daxuyaniyê, lêkolînên teknîkî nîşan didin ku agir ji nav ofîsê û ji ber sedemeke teknîkî dest pê kiriye:

“Lêkolînan eşkere kir ku agir di yek ji odeyan de ji ber kontakeke di yek ji prizan de derketiye û çarçoveya şewatê ji wê odeyê wêdetir derbas nebûye.

Hemû derî û pencere heta ku karmend saet 7:45ê sibê gihiştine, baş girtî bûne. Dema ku derî hatiye vekirin, ketina oksîjenê agir gurtir kiriye.”

Asayîşê her wiha da zanîn ku ne di tomarên kamereyan de û ne jî di îfadeyên şahidan de ti çalakiyeke bi guman nehatiye dîtin û ti şopên madeyên şewatbar jî peyda nebûne.

Di dawiya daxuyaniyê de careke din hat tekezkirin ku bûyer ne bi qesdî bûye û wiha hat gotin:

“Li gorî daneyên meydanî û delîlên teknîkî, hêzên me piştrast dikin ku agir ji ber sedemeke elektrîkê ya navxweyî derketiye û ti delîl tune ne ku nîşan bidin ew bi zanebûn ji aliyê hin kesan ve hatiye pêxistin.

Hêzên me lêpirsînên destpêkê bi dawî kirine lê ji bo zelalkirina hemû hûrgiliyan ew ê şopandina mijarê bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst