New York (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser hinartina petrola Kurdistanê ji Rûdawê re got, "Em kêfxweş in ku Kurd û desthilatdarên navendî gotûbêjan bi pêş dixin û em piştgiriya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dikin."
Sergey Lavrov her wiha diyar kir, "Kurd û Erebên Îraqê dikarin bi hevdû re li hev bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê her wiha got, “Em bi berdewamî bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re di nava pêwendiyê de ne.”
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamegeriyê de pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdulah bersivand.
Rûdaw: Ez Namo Ebdulah im, nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê ya Kurdistana Îraqê. Em dibînin ku pêleke berfireh a naskirina mafê çarenivîsê yê Filistînê heye, bêguman Filistînî heq dikin ku dewleta xwe hebe, ez bawer im tu jî di vî warî de hemfikir î, lê heşt sal berê di hefteyeke wekî vê de, Kurdên Îraqê referandûma serxwebûnê li dar xist, ez piştrast im ku di bîra te de ye, ti welatekî ew referandûm nas nekir, civaka navneteweyî bi yekdengî li dijî wê bû, bi dîtina te çima vîna wan a demokratîk hat piştguhkirin? Gelo ev ne standardeke ducar e? Pirsa min a duyemîn li ser rêkeftina nû ya petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, hûn li ser vê çi dibêjin?
Sergey Lavrov: Ev her du pirs gelekî bi hev ve girêdayî ne. Ji nû ve pêkhatina rêkeftineke di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser petrolê, yek tiştî îsbat dike; Ereb û Kurdên Îraqê, dikarin bi hevdû re li hev bikin, dikarin rêkeftinan bikin. Em ji ber vê yekê gelekî kêfxweş in. Ez bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê re jî axivîm. Em bi berdewamî bi serkirdayetiya Herêma Kurdistanê re di nava pêwendiyê de ne.
Em gelekî kêfxweş in ku Kurd û desthilatdarên navendî gotûbêjan bi pêş dixin. Em naxwazin pirsa Kurd bibe sedema aloziyeke mezin, ji ber ku ne hemû aliyên Kurdî xwedî planên aştiyane ne û ne hemû piştgiriyê didin aştiyê. Hejmareke berbiçav a Kurdan li gelek welatên herêmê dijîn û hinek kes hene ku dixwazin pirsa Kurd biteqînin.
Bi dîtina min, Rojhilata Navîn nikare tehamulî teqîneke din a mezin bike. Em bangî hemû aliyan dikin ku rewşê aram bikin, lê bêyî bipêşxistina diyalog û dîtina lihevkirineke niştimanî di navbera welatên herêmê de, di nav de ew welatên ku Kurd lê dijîn wekî Îraq, Sûriye û Îranê, bêyî lihevkirineke niştimanî, welat dê têk biçin.
Dibe ku hinek kes bibêjin, ev mafê çarenivîsê yê neteweyan e, lê ti şer nîne, ji ber vê yekê di vê rewşê de mimkin e ku bigihîjin rêkeftinekê û Hewlêr û Bexdayê jî ev yek îsbat kiriye û em jî piştgiriya vê yekê dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse