Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Ava Mehabadê da zanîn di bendava bajêr de 42 milyon metre sêca av maye û li gorî heman dema par, 13 milyon metre sêca kêm bûye.
Birêvebirê Ava Mehabadê Xalid Rehmanî ragihand ku kêmbûna baranê û lawazbûna wan çavkaniyên ku diherikin nav bendava bajêr, bandor li ser daketina asta ava wê kiriye.
Li gorî gotina Xalid Rehmanî, niha di Bendava Mehabadê de tenê 42,2 milyon metre sêca av heye.
Ev av tenê nêzîkî ji sedî 12ê kapasîteya embarkirina bendavê ye.
Xalid Rehmanî amaje pê kir ku li gorî heman dema par, ava bendavê nêzîkî 13 milyon metre sêcayan kêm bûye.
Wekî ku Xalid Rehmanî got, herikîna avê ya nav Bendava Mehabadê kêm e "lê ji bo vexwarinê û bikaranînên din, di çirkeyekê de nêzîkî yek metre sêca ava bendavê tê berdan."
Divê were gotin ku beşek ji ava Bendava Mehabadê ji bo çandiniyê dihat bikaranîn.
Lê Xalid Rehmanî bal kişand ser kêmbûna avê û got:
"Li hemberî wan kesên ku ava vexwarinê ji bo çandiniyê bi kar tînin, dê tedbîrên tund bên wergirtin.
Pêwîst e aliyên pêwendîdar çavdêriya xwe ya li ser vê mijarê zêdetir bikin."
Bendava Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê sala 1970î hatiye çêkirin û kapasîteya wê ya embarkirinê nêzîkî 340 milyon metre sêcayan e.
Ji bilî dabînkirina ava vexwarinê ya ji bo bajêr, zêdetirî 12 hezar donim erdên çandiniyê yên bajêr bi rêya vê bendavê tên avdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse