Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Birêvebirê Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed rexne li Wezareta Petrolê ya Îraqê girt û ji hikûmeta Îraqê xwest ku alîkariya Hewlêrê bike da ku sîstema parastinê ji bo parastina binesaziya enerjiyê bi dest bixe.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihandibû ku ew amade ne alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji bo çakkirina ziyanên Qada Gazê ya Kormorê ku şeva rastî êrişê hatibû.
Ezîz Ehmed nûçeya Rûdawê li ser Xê parve kir û wiha nivîsî:
"Axaftin hêsan e. Hikûmeta federal ji mêj ve rê li ber hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê girtiye ku ax û binesaziyên xwe yên girîng ji wan êrişan biparêze ku ji beşên din ên welêt ve li ser tên kirin."
Ezîz Ehmed diyar kir ku alîkariya herî bibandor ku Bexda dikare pêşkêş bike, dayîna destûrê ye da ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karibe li dijî êrişên mûşekî û dronan sîstema parastinê bikire.
Ezîz Ehmed her wiha got, "Hûn bi vî awayî dikarin alîkariya her du aliyan bikin.
Destûrê bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku ji bo Kormor û cihên din ên stratejîk sîstema parastinê ya esmanî û dij-dron bikire."
"Hilberîna karebayê kêm bû"
Ev axaftin piştî wê yekê hatin ku derengiya şeva çarşemê, bi mûşekan êrişî depoyeke gaza şil a li Qada Kormorê ya li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Êriş bû sedema şewatê û hilberîna karebayê li Herêma Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 80 kêm bû.
Êriş bû sedema rawestandina hinartina gazê û qutbûna karebayê li wan bajarên Herêma Kurdistanê ku pişta xwe bi wê kêlgehê girê didin.
Kêlgeha Kormorê ku ji aliyê Kompanyaya Pearl Petroleumê ve tê birêvebirin, di salên borî de rûbirûyî gelek êrişên mûşekî û dronan bûye.
Berpirsên Herêma Kurdistanê bi berdewamî komên çekdar ên nêzîkî Îranê bi wan êrişan tohmetbar dikin û ji Bexdayê dixwazin dikin ku ji bo rêlibergirtina wan rêkarên tundtir bigire ber.
Wezareta Petrolê ya Federal îro ragihand ku ew amade ne sotemenî, gaza şil û tîmên teknîkî bişînin da ku di çakkirina ziyanan de alîkariyê bikin.
Lê belê berpirsên Herêma Kurdistanê tekez dikin ku bêyî şiyana dabînkirina sîstema parastinê ya ssmanî ya taybet bi xwe, ew stasyona stratejîk a enerjiyê dê vekirî û di bin gefan de bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse