Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê, Rêbwar Talebanî li ser biryara dadgeha Kerkûkê ya di derbarê girtina wî de ragihand, ew biryar ne destûrî û ne yasayî ye û tekez kir, ew dê hemû hewlekê bidin ku wê biryarê betal bikin.
Rêbwar Talebanî îro di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê, helwêsta xwe li ser biryara duh a dadgeha Kerkûkê nîşan da, ku biryara girtina wî daye.
Di vê konferansa rojnamevanî de, Rêbwar Talebanî ragihand, Destûra Iraqê rê nedaye ku bi rêyên serbazî pirsgirêkên siyasî bêne çareserkirin, di demekê de ku ew yek di 16ê Oktoberê de hate kirin.
Rêbwar Talebanî got jî, eger li ser helwêst û berpirstiya wî ya giring nebûya, ti pirsgirêk nîne û wê demê wî dikarî vegere Kerkûkê, lê bi helwêstên wî yên li hember Ala kurdistanê û referanduma serxwebûna Kurdistanê û gelek pirsên din, niha bi hemû awayan dijatiya wî tê kirin.
Herwiha Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê da xuyakirin, niha rewşa Kerkûkê gelek xerab e û her tiştek li dijî Destêra Iraqê birêve diçe û demografiya parêzgehê li dijî Kurdan tê guhertin.
Rêbwar Talebanî got, bierebkirineke bê hempa li Kerkûk li dijî Kurdan tê kirin ,û parêzgarê niha yê Kerkûkê bi qasî rijêma Beisê teirîb û guhertin li Kerkûk kiriye.
Talebanî tekezî li ser wê yekê jî kir, ku divê ev rewşa niha ya nedestûrî li Kerkûkê were bidawîkirin.
Rêbwar Talebanî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê, Serokê parlemntoya Iraqê û berpisên pilebilind ên Iraqê jî kir, ku bilez rewşa Kerkûkê were asayîkirin û dawî li binpêkariyan bê anîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse