Mezlûm Kobanî li ser êrişa bi dronê daxuyanî da

27-12-2021
RÛDAW
Nîşan Kobanî Mezlûm Kobanî Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî (Ebdî) têkildarî êrîşa pêr a Tirkiyê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku bi dronê hat kirin, peyamek belav kir.

Mezlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya li ser tora civakî ya Twitterê wêneyên 5 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, belav kiriye û ragihandiye ku êrişê Tevgera Ciwanên Şoreşger kiriye hedef.

General Mezlûm Kobanî got, “Êrîşa dewleta Tirk a ku kombûna 9 welatiyên rêxistina El-Şebîbe (Gencan) li yek ji malên bajarê Kobaniyê kir hedef û di encamê de 5 endamên wê hatin kuştin, berdewamiya reftarên dagirkeriyê yên li hember Pirsgirêka Kurd li Sûriyê ye, û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc.”

Fermandarê Giştî yê HSDê ji giyanê şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwaze û bang li Netewên Yekbûyî dike, êrişên Tirkiyê û siyaseta tirsandina xelkên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê rawestîne. Mezlûm Kobanî li ser vê yekê di peyama xwe de dibêje, “Em bang li Neteweyên Yekbûyî jî dikin ku siyaseta Tirkiyê ya tirsandina sivîlan rawestîne û kiryarên dijminatiyê rawestîne ku hewlên aramiyê têk didin.”

Pêr Şembiyê 25ê Kanûna 2021an Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê malek bombebaran kiribû û di destpêkê de hatibû ragihandin, di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes birîndar bûne.

Piştre 3 kes ji birîndaran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî hejmara kesên di êrişê de hatin kuştin, bo 5 kesan bilind bû.

Li gor zanyariyên Rûdawê, bomberana li ser maleke nêzîkî qesra Bozan Begê ku dikeve rojhilatê Kobanî çêbû û ew mal mala Mistefayê Begê Hemedo ye û xwediyê malê, xaniyê xwe bi kirê dabû hinek berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser.

Di dema bombebaranê de hejmarek berpirsên Rêvgeberiya Xweser di hundirê wê malê de bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst