Wêranşar (Rûdaw) - Pastaya rojbûnê bû sedema mirina xwendekara zanîngehê Remziye Horuzê.
Remziye Horuza ji navçeya Wêranşarê ya Rihayê ku li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a li Agiriyê dixwend, ji ber alerjiya hêkan, piştî ku di rojbûna xwe de pastaya bi hêk xwar jiyana xwe ji dest da.
Li gorî îdiayên malbatê, karkerên pastaxaneyê xemsarî kiriye û ji keça wan re gotine "di pasteyê de hêk nînin".
Xwişka Remziye Horuzê, Ayşe Horuzê behsa bûyerê kir û got:
“Roja pîrozbahiya rojbûna xwe bi sê hevalên xwe re diçe pastaxaneyê û pasteyekê dikire.
Hevalên wê jî û ew bi xwe jî pir baş dizanin ku alerjiya wê ya hêkan heye.
Remziye di jiyana xwe ya asayî de destê xwe nedida hêkên nekelandî jî.”
"Gotibûn hêk tê de nîne"
Kekê Remziye Horuzê, Bîlal Horuz diyar kir ku xwişka wî bi taybetî pirsiye û got:
“Ji xebatkarên wê derê dipirsin 'Tê de hêk heye yan na?'. Dibêje 'Alerjiya min heye.'
Dibêjin 'Na tune ye.' Carek du caran pirs dike, dibêjin 'Na, tê de tune ye.'”
Ayşe Horuzê jî destnîşan kir ku xwişka wê hişyarî daye karkeran û got:
“Remziye û hevalên wê dibêjin 'Binêre, eger ez bixwim ez dê bimirim. Eger hêk hebe bêje.' Dibêje 'Na, tê de tune ye.'”
"Qirika wê werimî û dilê wê sekinî"
Bîlal Horuz da zanîn ku xwişka wî ji gotina şef bawer kiriye û pasta biriye şevîmana keçan.
Ayşe Horuzê behsa kêliya xwarina pasteyê kir û got:
“Dema çetelek jê xwar, mîdeya wê li hev ket. Got 'Di vê pasteyê de tiştek heye.' Xwişka min wisa got.”
Bîlal Horuz jî got, “Qirika wê werimî, nikaribû bêhnê bide û bistîne.”
Ayşe Horuzê li pey çû, “Xwişka min ket erdê û dilê wê sekinî.”
"Derengmayîna ambûlansê"
Li gorî malbatê, heman xemsarî li şevîmana keçan a zanîngehê jî dewam kiriye.
Tevî ku bi hezaran xwendekar li şevîmanê dimînin, beşeke tenduristiyê lê nîne.
Malbat dibêje, eger zû midaxale bihata kirin niha Remziye sax bû.
Bîlal Horuz îdia kir ku astengî derxistine û got:
“Xwendekar nikarin li gorî serê xwe li ambûlansê bigerin.
Birêvebiriya wargehê ev yek qedexe kiriye, biryareke wiha girtine.”
Ayşe Horuzê jî got, “Hevalên wê diçin cem ewlehiyê, dibêjin 'Telefonî ambûlansê bikin, hevala me ne baş e.'”
Bîlal Horuz amaje bi derengmayîna tîmên tenduristiyê kir û got, “Ambûlans dereng hat. Piştî 20-25 xulekan hat.”
"Em edaletê dixwazin"
Xwişka Remziye Horuzê, Fatma Horuzê diyar kir ku zincîreke xemsariyan heye û got:
“Em bêjin sûc ne tenê yê yekî ye. Sûcê hemûyan e. Pêşî pastaxane, paşê şevîman, ambûlans...
Yanî ev hemû bûn yek û wisa bû. Min ji dozger re jî got. Min got wan bi hev re ew kuştiye.”
Jinbira Remziye Horuzê, Hesret Horuzê jî daxwaza edaletê kir û got:
“Em edaletê dixwazin. Ji bo wî extiyarê bavê wê jî be em edaletê dixwazin. Bila xwîna wê li erdê nemîne.
Çi gerek be bila bikin. Kî sûcdar be bila cezayê xwe bikişîne, em wê dixwazin.”
Ji ber mirina Remziye Horuzê 3 karkerên pastaxaneyê bi hinceta ku "bi xemsariyê bûne sedema mirina kesekî" hatin girtin.
Lêpirsîna Dozgeriya Agiriyê ya derbarê bûyerê de berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse