Dayîka du şehîdan: Bila kurê min vegerînin

28-01-2021
RÛDAW
Dayîka Demhat beşdarî bultena Rûdawê bû
Dayîka Demhat beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan Demhat Şêx Elî Besê Terbûş Rojavayê Kurdistanê Leşkeriya Neçar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî bi navê Demhat Şêx Elî li Rojavayê Kurdistanê piştî ku ji leşkeriyê vegeriya, careke din hat girtin û nayê zanîn ka li ku derê ye. Dayika wî jî dibêje, “du kurên min şehîd bûne, ev zarokê min ê biçûk e, bila li min vegerînin.”

Demhat Şêx Elî yê temen 16 salî,ku xelkê bajarê Serê Kaniyê ye û malbata wî li kampa Waşokanî koçber e, sala 2019an tevlî hêzên leşkerî bibû, li Reqa û Kobanî bibû şervan û çek hilgirtibû, wê demê temenê wî 13 sal bû.

Demhat Şêx Elî 22 meha 12 sala 2020 biryarê dide vegere nav malbata xwe, niha li kampê koçberan e. Lê gor zanyariyan piştî vegerê ew careke din tê girtin û heta niha nayê zanîn ew li ku derê ye.

Malbata wî bi rêya Rûdawê bang li General Mezlûm Kobanî û YPGê dike ku kurê wan yê 16 salî li wan vegerînin û çarenivîsa wî eşkere bikin.

Dayîka Demhat, Besê Terbûş ku berî niha du kurê wê yên din jî şehîd bûne dibêje, “Eger du şehîdên min tune bûna û bavê wan ne şehîd bûya bila kurê min bi qurban bûya.”

Dayîka Besê derbarê birina kurê xwe de wiha axivî “Ez çûm min lawikê xwe dît, dema ku wî birin 13 salî bû, îsal ketiye sala 16an. Dema ez çûm çav li min ket giriya, got yadê ez ê bi te re bêm malê. Min got ez ê îşev li ba te bim bila hevalên te werîn ka ji min re çi dibêjin. Kurê min çû gazî wan kir got diya min dibêje bila werin ji bo du deqeyan li ba min rûnê. Wan ji kurê min re got here ji diya xwe re bibêje bila derkeve here. Kurê min bi girî hat ji min re got ji min re vev yek ê gotine. Kurê min ji min re got, vê carê tu herî, dê berê min bidin çolan, ez ê çi bikim. Ji min re got dixwazim bi te re bêm malê.”

Dayîka Besê dibê “Du şehîdên min hene. Bavê wan hergav bi hevalan re bû. Bavê wan jî şehîd e. Kurekî min yê din bi firokên cengê birîndar bû. Niha jî kurê min yê 16 salî ji destê min wergirtine.”

 

 

Dayîka Besê tekez kir û got “bila leşker bin lê bila bi îcaze bin, bila bên û biçin. Ji destên min digrin bê îcaze ne, heta ku cesedên wan ji min re tînin. Eger du şehîdên min tune bûna û bavê wan ne şehîd bûya bila ew bi qurban bûya.”

Herwiha Dayîka Besê diyar kir ku guh nadin wê û wiha berdewam kir “gava ez diçim li lawê xwe digerim min derbasî hundir nakin. Ez nizanim êdî berê xwe bidim ku derê.”

Dayîka Besê destnîşan kir ku ew diya du şehîdan e, yek li Qamişlo yek jî li Efrînê şehîd ketiye û dibêje, ew hî jî neçûye ser gora wan û gazindan jî dike ku ti kes alîkariya wan nake û derî lê venake û rewşa wê napirse.

Dayîka Besê bang li aliyên peywendîdar jî dike, “ev zarokê min yê biçûk tenê di destê min de ma ye, vî lawikê min li min vegerînîn bidin min.”

Derbarê kesên ku kurê wê birine Dayîka Besê got “yê ku kurê min biriyê navê wî hevalê welat e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst