Baba Şêx bi peyamekê Cejna Rojiya Êzî pîroz kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baba Şêx Cejna Rojiya Êzî Pîrozbahî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Baba Şêx Elî Şêx Îlyas ji bo Cejna Rojiya Êzî ku sibe ye peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Baba Şêx pîrozbahiyên xwe yên herî germ ji Kurdên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê, Îraq û hemû cîhanê re şandin.

Baba Şêx hêvî xwest ku ev cejn xêr, aştî û bereketê bi xwe re bîne û ji Xwedê xwest ku vê rojê ji bo gelê me bi ewlehî, îstiqrar û bipêşketinê ducare bike.

Baba Şêx Elî Şêx Îlyas her wiha tekez kir ku Cejna Rojiya Êzî bibe boneyek ji bo kûrkirina ramanên ruhanî û nûkirina pêbendiya bi biha û prensîbên resen ên Êzidiyatiyê.

Baba Şêx bal kişand ser wê yekê ku Kurdên Êzidî her tim li ser rêbaza aştî û tehemulê ne û got:

“Em dixwazin pira hezkirin û bihevrejiyanê bi hemû pêkhateyan re xurt bikin.”

Baba Şêx xwest ku mafên qurbaniyan, rizgarbûyên ji destê DAIŞê û hemû mexdûrên Komkujiya Êzidiyan a 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê werin dayîn.

Baba Şêx bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî kir ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina çarenivîsa Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin zêde bikin.

Baba Şêx di peyama xwe de destnîşan kir ku divê ev doza mirovî her tim di serê kar û bar û pêşîneyên hemû aliyan de be.

Baba Şêx hêvî xwest ku ev cejn bibe destpêka xêrê û vegera Kurdên Êzidî ya Şingalê û cih û warên wan ên resen bi awayekî birûmet were dabînkirin.

Rojiya Êzî çi ye?

Rojiya Êzî her sal di rojên sêşem, çarşem û pêncşemê de tê girtin.

Piştî sê rojên rojiyê, roja înê jî wekî Cejna Êzî tê pîrozkirin.

Rojiya “Êzî” yek ji erkên herî girîng û pîroz ên ola Êzidiyan e.

Ev rojî ji bo rêzgirtina li "Siltan Êzî" (Navê Xwedê yê mezin) tê girtin.

Li gorî baweriya Êzidiyan, ev roj nîşaneya nêzîkbûna li Xwedê û paqijkirina ruh û can e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst