Şingal (Rûdaw) – Hêzeke mezin a Iraqê gihişte navçeya Şingalê û li sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê bicih bû.
Tevî bicihbûna wê hêza mezin a Iraqê, Serokerkanê Artêşa Iraqê Osman Elxanimî jî li gel şandeke pilebilind a serbazî serdana Şingalê kir û bi fermandarên hêzên Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Heşda Êzidî re civiya.
Hêza ku ji Artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî pêk hatiye, alên PKKê û wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û li cihê wan ala Iraqê danîn.
Serokerkanê Iraqê Osman Elxanimî ragihand, li hemû wan cihên ku gerîlayên PKKê jê vedikişin, hêzên Iraqî tên bicîhkirin.
Pênc roj e PKK di jêr guvaşên Iraqê û ji ber êrîşên Tirkiyê ji Şingalê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve vedikişe, lê heta niha jî beşek ji hêza wê li navçeyê maye.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Asayişa Êzîdxan, Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) ku tê gotin ser bi PKKê ve ne, venakişin û ji ber ku ew hêz ser bi hikûmeta Iraqê ve ne, li Şingalê dimînin.
Roja 23ê Adarê Hevserokatiya Konseya Serokatiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de ragihand, ku gerîlayên PKKê li Şingalê erkê xwe bicih anîne û êdî dê ji Şingalê vekişin.
KCKê gotibû, “ji ber ku şert û mercên Tebaxa 2014an li Şingalê nemaye û rewş ewle bûye”, herwiha ji ber ku “civaka êzidî bi rêxistinkirî bûye û hikûmeta Iraqê jî bersivek baş dide daxwaz û mafên civaka êzidî”, ew dê gerîlayên xwe ji Şingalê vekişînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse