Hewlêr (Rûdaw) - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina projeya ‘Ji Hikûmeta Xwe Bipirse’ ragihand. Ev destpêşxerî bi rêya hashtaga (Askkrg) li ser Twitterê ye û hemwelatî dikarin li ser mijarên ciyawaz ên peywest bi karûbarên hikûmetê pirsên xwe pêşkêş bikin û Berdevkê Hikûmetê jî bersiv dide.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil li ser wê projeyê ragihand, ew tiştên ku pêwîst in tomar dikin, “paşê ji bo bersiveke baş û tijî ji zanyarî, peywendî bi wezaretan û an jî wezîran bi xwe dikin û bersiva hemwelatiyan didin.”
Bi rêya projeya hashtaga (Askkrg) a bi navê ‘Ji Hikûmeta Xwe Bipirse’, hemwelatî dikarin her tiştê ku meraq dikin bipirsin û rexne û pêşniyazên xwe pêşkêşî berpirsên hikûmetê bikin.
Cotyar Adil tekez dike ku di vê qonaxê de xebata wan ji bo agahdarkirina hemwelatiyan e û diyar dike ku di demeke nêzîk de hemwelatî dê beşdariyê di proseya wergirtina biryarên siyasî de jî bikin û got, “ciwanên xwe xwedî hizr û şiyayên baş in.”
Li gor zanyariyan ev proje ku niha li ser Twitterê hatiye destpêkirin, di demeke nêzîk de dê li ser torên din ên civakî jî destpê bike.
Derhener Spêda Hazim li ser vê destpêşxeriya hikûmetê, ji Rûdawê re eşkere kir ku wî bi rêya hashtaga (Askkrg) derbarê siyaseta berhemên cotkariyê yên navxwe de pirsên xwe arasteyê berpirsên hikûmetê kirine û bersiva wî jî hatiye dayîn.
Spêda Hazim got, “Min li ser Twitterê hashtaga Hikûmeta Kurdistanê dît, wek herkesê min jî xwest gelek pirsan araste bikim. Min 3 pirs kirin û bersiva yekî dan. Projeyeke gelek baş e û hêvîdar im ne tenê ji bo medyayê, di warê pratîkî de jî berdewam be.”
Herwiha di demên pêş de destpêşxeriyeke din jî ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve tê destpêkirin ku dê bi şêwazê pirs-bersiv be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse