Nasnameyên 6 gerîlayan hatin eşkerekirin

28-07-2025
RÛDAW
Nîşan Gerîla HPG Nasnameya Gerîlayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 6 gerîlayên xwe eşkere kir ku sala 2022yan li herêmên Zap û Xakurkê yên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir û tê de nasnameya 6 endamên xwe yên ku 29ê Nîsana 2019an canê xwe ji dest daye eşkera kir.

HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew endamên xwe "bi rêzdarî bi bîr tînin" û sersaxî ji malbatên wan û “gelê Kurdistanê yê welatparêz" re xwest.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, nasnameyên gerîlayan wiha ne:

Denîz Îsyan: Navê wî yê fermî Ebubekir Duzencî ye, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Bêrîvan Hesekê: Navê wê yê fermî Jiyan Halîl Meyiş e û ji bajarê Hisîçayê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Dilxwaz Devrîm: Navê wî yê fermî Hîzret Çalkin e û ji Bedlîsê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Feraşîn Bêrîtan Pirsûs: Navê wê yê fermî Bêrîvan Demîr e û ji Rihayê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Şervan Tirbespiyê: Navê wî yê fermî Kawa Cuma ye û ji Tirbespiyê û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Argeş Cûdî: Navê wî yê fermî ye Furkan Bayar û ji Şirnexê ye û 29ê Nîsana 2019an li Garê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst